Gulîzera Min [Turkish translation]

Songs   2024-07-01 03:49:13

Gulîzera Min [Turkish translation]

Gulîzerê, dengê te tê ji êla dûr, wa bi kurdî,

Kubira delal, seda şîrin ez helandim li vî erdî,

Seda te tê, gendî mîna deng û seda gozel kewê,

Dengê te bye teyredeke - perwaze li nava hewê.

Dengê te tê, dixulxule mîna avek kaniya zelal,

Hezar-hezar kurdê cahil li te mane heyr û metal.

Gulîzerê, tu dibêjî: "Hergê dila dil hebandiye"...

Tu çi zanî, te li vira dilek ser xwe nehelandiye...

Gulîzerê, tu li wira distirêyî: "yar gul, yar gul..."

Tu çi zanî yek li vira ser te nebûye şarur-bilbil.

Gulîzerê, ez heyrana seda şîrin, te wî dengî,

Dengê teyî ezîz şede, ez li ser te bûme bengî...

See more
Fêrikê Ûsiv more
  • country:
  • Languages:Kurdish (Kurmanji)
  • Genre:Poetry
  • Official site:
  • Wiki:
Fêrikê Ûsiv Lyrics more
Excellent Songs recommendation
Popular Songs
Copyright 2023-2024 - www.lyricf.com All Rights Reserved