Senema Sur Ji Semed Neyşekera Leb Ji Nebat lyrics

Songs   2024-09-12 23:19:54

Senema Sur Ji Semed Neyşekera Leb Ji Nebat lyrics

Senema sur ji semed neyşekera leb ji nebat

»Ehsene l-lah û tebarek« ji sura wê senemê

Enwera rengifirişte beşera horîsirişt

Ya ji miska Xetenê xal û xet û kagul û qişt

Ger xwe nîşan seqerê dit dikirit hor-i bihişt

Ke`beya tê ne put ew putkede ye û dêr û kinişt

Ko nesîb da ji ezel heq ji me ra`işq-i newişt

Feyde nakin li me ism û ne tilism û ne nivişt

Zahirî da me `ezabek we ko batin ve bihişt

Sohtinê daye hinavan û ceger têk-i birişt

qesd-i weslê me bi can kir ko vedayîn û ne hişt

Dest nehilîn ji teleb ger me di rê çit ser û tişt

Pişt-i nadîn du hezar xencer û tîr û rim û xişt

Me serî daniye rê û bi Xwidê bestiye pişt

Ew e min rûh û heyat û ew e min qibleyê zat

senema sur ji semed neyşekera leb ji nebat

»Ehsene l-lah û tebarek« ji sura wê senemê

Zeriya dêmidur û lebşekera `işweperî

Ya ji ser ta bi qedem têk-i ji `eybane berî

Ji sera perdeyê Lahût-i bi sed şêwe kirî

Bête ber `eynê şuhûdê di libasê beşerî

haşi li-l-lah tu kesan dîbitin ev rengê zerî

Daye ber qend û nebatê ji du le`lên şekerî

Bê tu, ya lebşeker î, ya tu nebata bi ter î

Ellah ellah çi tecella ye ji sirra qederî

haciyan silsile bestîne li dora qemerî

Dor-i beytê ji şefa têne semaya seherî

Bê muruwwet ko du mêran ji surê mey di serî

Ew nehêlin çîn tewafê we ziyaret hecerî

Zemzem û xulxule û `umre û `îd û `erefat

senema sur ji semed neyşekera leb ji nebat

»Ehsene l-lah û tebarek« ji sura wê senemê

Min bi dil şûretê can dî ji butan ew bi tenê

Ew tinê serwa rewan dî ji zerîfên çimenê

Sosin û sinbil û gul çerx e li dora semenê

Xemriyan helqe û çîn dane ji miska Xetenê

Ser didin çeşmeyê heywan û bi zimzim direnê

Lê çi şîranî ye Ellah te ji wê kift û çenê

Ez dibêm bedr e bi dêm lê dikitin guft û kenê

Ya yeqîn roj e li şerqê we şefeq daye dinê

xelitim Rûhê qudus hatiye nêv wê bedenê

Dikit ihyayê mewatan bi sur û reft û çunê

Te nehin bawer û îman nezerê dê û binê

çi tecella ye bûyî qible melek rû didinê

Azerî ger bidiya hûr dikirin Lat û Menat

Senema sur ji semed neyşekera leb ji nebat

»Ehsene l-lah û tebarek« ji sura wê senemê

Nêrgiza mest û şirîn û gul û nisrîn e ji reng

şeker û lû`lûwê mensûr û bi dil ahen û seng

Me ji ber derbê evînê bûye dil pêt û pereng

Lew me şeb ta bi seher nale ye wek muxnî û çeng

Da me sed reng-i `ezabê we nehat der ji me deng

Hestiyan girtiye naşûr û mejî da heye jeng

Lew ne hişyar û xumar în me nexwarî mey û beng

Li me îro du kemandarê hebeş hatine ceng

Têne qetla me di destan du siyehqewsê ji Yeng

Direşînin me û tên me du hezar tîr û xedeng

Cegerê kun dikin û tê dibeyin mislê tifeng

Mislê wê kafir û zalim qe diyin kes di Fireng

Nazik û xob û şekerxende û şêrînherekat

Senema sur ji semed neyşekera leb ji nebat

»Ehsene l-lah û tebarek« ji sura wê senemê

Di riya dostê Mela yekcihet û sadedil în

Me hetta can heye haşa ji teleb dest bihilîn

Ya di rê ser bidirîn ya bi muradê weşşilîn

Me çi perwayê rimên ber weşê şêrînqizil în

Ta ebed mest û hilak în ji şeraba ezel în

Ji cefa û sitema wê ji ceger pir di kul în

Perdeya guşeqeşeb bê tu ji ser dêmê hilîn

Ko di şerqê Meh û Xurşîd-i ji şewqê bettilîn

Lew ji sur surme didêrîn we ne muhtacê kil în

Mest di nêv tor û lefan marê li selwê fittilîn

Surmedarên ji surê mest-i, ji qudret kemmilîn

Me ji xeflet du jiha dîn û ji sehmê xeccilîn

`Işweker şêwe numa ya me ji wê rûh û heyat

Senema sur ji semed neyşekera leb ji nebat

»Ehsene l-lah û tebarek« ji sura wê senemê

See more
Melayê Cizîrî more
  • country:
  • Languages:Kurdish (Kurmanji)
  • Genre:Poetry
  • Official site:
  • Wiki:https://en.wikipedia.org/wiki/Malaye_Jaziri
Melayê Cizîrî Lyrics more
Melayê Cizîrî Also Performed Pyrics more
Excellent Songs recommendation
Popular Songs
Copyright 2023-2024 - www.lyricf.com All Rights Reserved