Der Heq Me lyrics

Songs   2024-08-24 09:58:06

Der Heq Me lyrics

Der heq me bi şîrê xwe meke teqşîrê

Ya bit di şuxla me bikî te`xîrê

Tuxrayê Humayûn ko dikin turreyê emr

Zulfa te ye anîn ji xeta tehrîrê

husna te nizanim bi çi teşbîhê bikim

»Fî ehseni teqwîm« lew hatiye tefsîrê

Surra te li dêm ayetê kubra ye neşêm

Lê d’ neql û riwayet dikirim texsîrê

Ger qelbê heqîqet niye yek carê çira

`Işqa te kirîn zîr û zeber iksîrê

Ma qudreta def`ê heye wer şîrê `Elî bit

Lami` ko bidit şa`iqeya teqdîrê

Bê qudretê tu, quwwetê mexlûqê çi kit

Memnû` e li nik `eql ko bikit te`sîrê

Ney bestê tilismê me bi sed xane biret

Qadir heye `arif bikirit teqrîrê

Ber dilber û leb ber leb û endamê li yek

Xewna me bi yarê bidinê te`bîrê

Zatî ji wucûda me sebeb wê tu dizanî

Naête hisabê felekê tedwîrê

Ateşperesê wadiyê `işq în û `eceb

Dînarperes û wê dibirin tekfîrê

Mihraba du birhên te bibînit `arif

Niyyet çi bi cih têt dema tekbîrê

Zanim te çi mizraq-i vi dil keftiye lê

Carek tu goyê di derbên tîrê

Teqdîrê ko hukmê li Melê carî kit

Qet kes heye mumkin bidetê texyîrê

See more
Melayê Cizîrî more
  • country:
  • Languages:Kurdish (Kurmanji)
  • Genre:Poetry
  • Official site:
  • Wiki:https://en.wikipedia.org/wiki/Malaye_Jaziri
Melayê Cizîrî Lyrics more
Melayê Cizîrî Also Performed Pyrics more
Excellent Songs recommendation
Popular Songs
Copyright 2023-2024 - www.lyricf.com All Rights Reserved