Şevka Baranê [English translation]

Songs   2024-07-02 11:23:40

Şevka Baranê [English translation]

Îşev şevka baranê lê

Mi divê ez bêm û bêm û bêm

Îşev şevka baranê lê

Mi divê ez bêm û newêrim

Cîka deyne li eywanê lê

Mi divê ez bêm û bêm û bêm

Cîka deyne li eywanê lê

Mi divê ez bêm û newêrim

Biramîsim te canê lê

Mi divê ez bêm û bêm û bêm

Biramîsim te canê Lê

Mi divê ez bêm û newêrim

Îşev şevka teyrokê lê

Mi divê ez bêm û bêm û bêm

Îşev şevka teyrokê lê

Mi divê ez bêm û newêrim

Cîka deyne li ber cokê lê

Mi divê ez bêm û bêm û bêm

Cîka deyne li ber cokê lê

Mi divê ez bêm û newêrim

Biramîsim te xweşkokê lê

Mi divê ez bêm û bêm û bêm

Biramîsim te xweşkokê

Mi divê ez bêm û newêrim

Îşev şevka berfê yo lê

Mi divê ez bêm û bêm û bêm

Îşev şevka berfê yo lê

Mi divê ez bêm û newêrim

Cîka deynim li odê lê

Mi divê ez bêm û bêm û bêm

Cîka deynim li odê lê

Mi divê ez bêm û newêrim

Biramisim te keçkê yo lê

Mi divê ez bêm û bêm û bêm

Biramîsim te keçkê yo lê

Mi divê ez bêm û newêrim

Îşev şevka vê bayê lê

Mi divê ez bêm û bêm û bêm

Îşev şevka vê bayê lê

Mi divê ez bêm û newêrim

Cîka deyne li çayê lê

Mi divê ez bêm û bêm û bêm

Cîka deyne li çayê lê

Mi divê ez bêm û newêrim

Biramisim te hêjayê lê

Mi divê ez bêm û bêm û bêm

Biramîsim te hêjayê lê

Mi divê ez bêm û newêrim

Îşev şevka xunavê lê

Mi divê ez bêm û bêm û bêm

Îşev şevka xunavê lê

Mi divê ez bêm û newêrim

Cîka deyne li navê lê

Mi divê ez bêm û bêm û bêm

Cîka deyne li navê lê

Mi divê ez bêm û newêrim

Biramisim te ziravê lê

Mi divê ez bêm û bêm û bêm

Biramîsim te ziravê lê

Mi divê ez bêm û newêrim

See more
Seîd Yûsif more
  • country:Syria
  • Languages:Kurdish (Kurmanji)
  • Genre:Folk
  • Official site:
  • Wiki:
Seîd Yûsif Lyrics more
Excellent Songs recommendation
Popular Songs
Copyright 2023-2024 - www.lyricf.com All Rights Reserved