Can da lyrics

Songs   2024-07-02 11:55:59

Can da lyrics

Canda tu gulba û min biçanda

Te sozek wê roja han da

Şev çû canê tu nehatî

Ez mam heya mela bang da

Canda can bi te disipêrim

Têr nabim çendî binêrim

Te divêm û nikarim bêjim

Te di nava dil de vedişêrim

(Di)tirsim ya dil bêjim hina

Ew dil lo li ba min tina

Tiştê bi serê min hatina

Hin ditirsim hin newêrim

Nikarim te ji dil bavêjim

Evîndarê te ji mêj im

Çawa ji bavê te re bêjim

Hew dikarim derda bijmêrim

Rê(ye)kê ji min re bibîne

Min ji vî halî derîne

Malê dinyê tev xezîne

Bidine min te naguhêrim

Sê sal mi(n) di dil de hilanî

Te dil ji nava'm deranî

Herkes li gundê me dizanî

Ku ev sêsal ez li benda

Canda tu gulba û m(in) biçanda

Te sozek wê roja han da

Şev çû canê tu nehatî

Ez mam heya mela bang da

See more
Seîd Yûsif more
  • country:Syria
  • Languages:Kurdish (Kurmanji)
  • Genre:Folk
  • Official site:
  • Wiki:
Seîd Yûsif Lyrics more
Excellent Songs recommendation
Popular Songs
Copyright 2023-2024 - www.lyricf.com All Rights Reserved