Reşo Lawo lyrics

Songs   2024-07-06 00:54:13

Reşo Lawo lyrics

Reşo lawo bes e, veger,

xerîbî qet nebe ji te re,

çend sal in tu çû nexuyakir,

te berda dilê min agir,

xortaniya xwe te wenda kir,

welatê xwe ji bîra kir,

Reşo lawo bes e, veger,

dayika te me, li min guhdar be,

çavan veke tim şiyar be,

birayê te Simê dane girtin,

xuşka te te ax nayê gotin,

dar û ber dane ber agir,

kevir nema li ser kevir,

Reşo lawo bes e, veger,

geh li Almanya û geh li Swêdê,

ma tu newestiya yî ji wê der,

ger xweş be welat xweştir e,

lawê min vegere cihê te vir e,

li nav hogirên xwe bimire

kes te li wir na hilgire,

Reşo lawo bes e, veger.

See more
Gulistan Perwer more
  • country:
  • Languages:Kurdish (Kurmanji), Kurdish (Sorani)
  • Genre:
  • Official site:
  • Wiki:http://ku.wikipedia.org/wiki/Gulistan_Perwer
Gulistan Perwer Lyrics more
Gulistan Perwer Featuring Lyrics more
Gulistan Perwer Also Performed Pyrics more
Excellent Songs recommendation
Popular Songs
Copyright 2023-2024 - www.lyricf.com All Rights Reserved