Zembîlfiroş lyrics

Songs   2024-07-04 12:03:42

Zembîlfiroş lyrics

Zembîlfiroş zembîla tîne, rebeno zembîla tîne,

Sûk û mihela digerîne, sûk û mihela digerîne,

Sûk û mihela digerîne, Gulxatûn li bircê dibîne,

Aqil diçe sewda dimîne, aqil diçe sewda dimîne.

Zembîlfiroş lawikê derwêş e, bi rebeno lawikê derwêş e,

Kerem bike tu were pêş e, buhayê zembîlê xwe bêje.

Xatûnê wez tobedar im, hurmetê wez tobedar im,

Ez ji Rebê jorî nikarim, zarok birçî ne li mal in.

Zembîlfiroş lawikê ebas e, bi rebeno lawikî ebas e,

Bi te na derpî û kiras e ji destê xatûn nabe xilas e.

Xatûnê gerden bi morî, delalê gerden bi morî,

Şixul nabe kotek û zorî, şixul nabe bi kotek û zorî.

Zembîlfiroş çû kela mîrê rewal e, bilind e heftê û du gaz e,

Xwe di kelê de berdabû xwar e, vî evdê wê bi gunekar e.

See more
Karapetê Xaço more
  • country:Armenia
  • Languages:Kurdish (Kurmanji)
  • Genre:Folk
  • Official site:
  • Wiki:
Karapetê Xaço Lyrics more
Karapetê Xaço Also Performed Pyrics more
Excellent Songs recommendation
Popular Songs
Copyright 2023-2024 - www.lyricf.com All Rights Reserved