Si tu me dicen ven [Kurdish [Kurmanji] translation]
Si tu me dicen ven [Kurdish [Kurmanji] translation]
Ku tu ji min re bêjî were, dev ji her tiştî berdidim
Ku tu ji min re bêjî were, wê her tişt bibe ji bo te
Demên xwe yên veşartî jî,
Ez ê bidim te
Sirên min ku kêm in jî
Wê bibin ya te.
Ku tu ji min re bêjî were, wê her tişt biguhere
Ku tu ji min re bêjî were, wê dilşadî hebe
Ku tu ji min re bêjî were, ku tu ji min re bêjî were.
Demê ji bo bêbiryariyan nesekinîne,
Ji bo giyan bi giyanê re, dil bi dil re yek bibe,
Li hember her êşî bi te re kenîn,
Girîn bi te re, girîn bi te re,
Wê xelasiya min bibe.
Lê ku tu ji min re bêjî were, dev ji her tiştî berdidim,
Li xwe dereng neke
Û tu yê xwe li kuçê bibînî
Wenda, bê armanc û di nava heriyê de
Ku tu ji min re bêjî were, dev ji her tiştî berdidim
- Artist:Diego El Cigala
See more