Sînem lyrics

Songs   2024-10-04 23:21:40

Sînem lyrics

Hewar Sînem

Ew qesrika serê xanî

Derî ji zêr î mifte ji mircan î

Ez ê terka çav û biriyên belek nadim

Heta Esrafîl nefxa sûrê ket,

Li min rabit roja heşr û mîzanê

Lewra tu şêx î, ez mirîdê te me

Hewar Sînem

Ez çiqas dinya hebû geriyabûm

Kesî negot Sînem nexweş e

Ez ê çûme hicra feqiyan dinivîsîn kêl û ferş e

Ez ê tembeh li mişk û maran bikem,

Bila xunavê tenikî carî biken, li ser ebleqê reş e

Hewar Sînem

Tu rabe ev çi dem e?

Te bejn ji kelha Tîkrîtê

Te sing ji qumaşê Ecem e

Li min hatî mehka Remezanê

Ez ê fitra serê te me

Hewar Sînem

Ez ê Hîzanê dihebînim

Zêde taxa qenterê

Van katiban hezar pênsed dane defterê

Miraz hatibû hasilbûnê

Mîr em şandine seferê

Hewar Sînem

Ez ê Hîzanê dihebînim

Salê du car bihar e

Te rû eyne ye, şems û qemer tê de diyar e

Ez ê herim Sînem bibînim

Dîtina min û Sînem ev car e

Hewar Sînem

Ez ê Hîzanê dihebînim

Zêde taxa Seraşan

Gul di baxan de kemilîn,

Pala xwe dan xaşxaşan

Miraz hatibû hasilbûnê

Kul kete nav oldaşan

Hewar Sînem

Min Sînem dîbû şeva erefatê

Te gulî şûştine ji ava heyatê

Dê biçim Sînem bibînim

Sînem nexweş e ber wefatê

Sînem hîva nûrîn e

şewqê daye umetê

Gerden şûşa hişîn e,

Nuqte nuqte xal ketê

Kesê Sînem bibînit,

Bêşik diçe cenetê

Min Sînem dîbû li eywana mîr ve

Te çavek roj e yek jî hîv e

Te ez kuştim

Xûna min maye bi zendê spî ve

Hewar Sînem

Xweş govend e li eywanê

Dinya li min xewxa ye

Ku vî best î hewranê

çavreş li min winda ye

Xwedê bide îmanê

Hewar Sînem

Dar û devî li min bûne gurî

Ji kulan û derdan

Hêstirên çavên min evdalê Xwedê digilgilî

Me tu xizmet ji padîşahê mezin re nekir

çawa şah û xunkar mift digirî

Hewar Sînem

şah û padîşah û xunkar siwar in

Her sê siwarê cengê ne

Pehlîvan li meydanê diçin têne

şer çû sewta Xwedê(?)

çavên reş li ber sulhê ne

See more
Feqiyê Teyran more
  • country:
  • Languages:Kurdish (Kurmanji)
  • Genre:Poetry
  • Official site:
  • Wiki:https://en.wikipedia.org/wiki/Faqi_Tayran
Feqiyê Teyran Lyrics more
Excellent Songs recommendation
Popular Songs
Copyright 2023-2024 - www.lyricf.com All Rights Reserved