Kenê Li Ser Bîrê lyrics

Songs   2024-07-02 11:30:23

Kenê Li Ser Bîrê lyrics

Rind têye bîra min, li ser bîra gund,

ji navîna lêvan kenêk te da min,

Te heland dilê min bi kenê şêrîn,

wey li min xezal, wey, ez çûm û hatim,

çavên te yên belek li ber çavên min,

ev bîst û sê sal in, mane qe narin,

evîna min û te wek şeraba sor,

salek li dû ya din hev çêtir digre.

Salên dûr û dirêj, warên ji hev dûr,

evîna nixamtî bêtir kirin kûr,

ta bi navên me bin divêt em nebên,

lê d' kûraniya dil de em bang hev dikin.

Bîst û sê salên din, em ê pîr bibin,

heye ku em bimrin, yan hev nebînin

bila tu zanibî, gulla çavê min,

kenê te diyar kir tev min çû gorê.

See more
Şahinê Bekirê Soreklî more
  • country:
  • Languages:Kurdish (Kurmanji)
  • Genre:Poetry
  • Official site:
  • Wiki:
Şahinê Bekirê Soreklî Lyrics more
Excellent Songs recommendation
Popular Songs
Copyright 2023-2024 - www.lyricf.com All Rights Reserved