Gazin lyrics

  2024-09-19 12:35:28

Gazin lyrics

Ev evîn tayeke sar e

Rê û hesret û adar e

Pêt û agir jê dibare

Çi har e

Har e

Har e

Jê dû ketin dilê'm êşî

Dibe tofan erd dihejî

Ne dikuje ne dihêlî

Çi jahr e

Jahr e

Jahr e

Lê nêviyê rê bê taqet mam

Gazî dikim nade alan

Encax bi te wê bê gulan

Tu were

Were were

Tu were

Were were

Li qirava emrekî şikestî

Ji bo nîsanê tu buyî hêvî

Çawa diçe û min dihêlî

Wa nabe nabe

Ger tu jî nebe sebra min

Gul û kulîlka baxê min

Wê zivistan be havÎna min

Tim sar e ,sar e,sar e

DişewtÎne êşa kevnar

Dibe sewta dojehek sar

Bi min re dinale kevir û dar

Haware, were were

See more
Mem Ararat more
  • country:Turkey
  • Languages:Kurdish (Kurmanji), Zazaki, Turkish, Kurdish (Sorani)
  • Genre:Folk
  • Official site:
  • Wiki:
Mem Ararat Lyrics more
Mem Ararat Also Performed Pyrics more
Excellent recommendation
Popular
Copyright 2023-2024 - www.lyricf.com All Rights Reserved