Ev Jiyan

  2024-09-11 17:35:29

Ev Jiyan

Zivistan bi ser me de hat

dibare berf û baran

rojên xweş û ronahî

li me kire taristan

pelên dara me zer bûn

ji ser û bin hilweşand

ba û bagerr li me rakir

em tev bêcihûwar man

ev jiyana pir xedar

li serê me dike ferman

li serê me dike ferman!

dinalin; dibêjin lo! lo!

digirîn; dibakin wax!

dibakin; dinalin lo! lo!

digirîn; dibêjin wax!

her kesî di cihê xwe de

mal û mewdanên xwe berdan

li welatê biyaniyê

her kes dimîne perîşan

go ez ne li cihê xwe bim

jiyan ji min re nabe eman

nan û dewê welatê min

xweştir e ji sifra siltan!

nan û dewê welatê min

xweştir e, ji sifra siltan!

dinalin; dibêjin lo! lo!

digirîn; dibakin wax!

dibakin; dinalin lo! lo!

digirîn; dibêjin wax!

hey wax! eywax! eywax!

eywax! eywax! eywax!

dinalin! dibêjin! diqêrîn!

eywax! eywax! eywax!

hey lo! eywax!

dinalin! diqêrîn! dibêjin!

hey lo! eywax!

See more
Vellùa more
  • country:Germany
  • Languages:Kurdish (Kurmanji)
  • Genre:
  • Official site:https://vellua-music.com
  • Wiki:
Vellùa Lyrics more
Excellent recommendation
Popular
Copyright 2023-2024 - www.lyricf.com All Rights Reserved