Bijî Heval Egîd lyrics

Songs   2024-05-20 04:35:42

Bijî Heval Egîd lyrics

Rêheval Mahsum,

Ger dilê me ji ber şehîdketina te disoze jî sund û peyman li me bê emê negirîn li dû te.

Lê te çi ji me xwestbê bi hemû derfetên ji destê me tên wê bi cih bibin.

Ji bona Kurdistan ku te di oxira wê de bêtirs xwîna xwe rijand û canê xwe da,

ji bona serxwebûn û azadiya gelê me,

ji bona hilweşandina dîroka tarîya ji hezar salan û vir da,

ji bona rizgarkirina gelê me ji wê bêrûmetî û bêşermiya hezar salan,

ji bona em Kurdistaneke serbixwe û azad xelatî gelên cîhanê û tevahî mirovahîya pêşveçûyî bikin,

ji bona em xwe bigehînin mirovahîya hemdemî,

ji bona ku em mêtîngerîya Tirkên faşîst ji erdê welatê xwe qût bikin û derxînin.

Belê ji bo van giştan em yek car din ji ber girêdana bîranîna te sund û peyman didin te ku heta em xwîna xwe tevlî xwîna te dikin, emê her babêt fermanên te bikarbînin û li ser riya ku te danîye û bi xwîna xwe sor kiriye, tim pêşda herin.

Bijî bijî heval Egîd, bijî bijî şêrê Kurda

Bijî bijî pilingê çiya, bijî serleşkerê hêja

Erda germ kir, av xwîn nebû

Me hezar canê delal da

Hîn ji me dixwazî xwîna zelal

Bese êdî ewqas qurban

Bijî bijî heval Egîd, bijî bijî şêrê Kurda

Bijî bijî pilingê çiya, bijî serleşkerê hêja

Gulle barîn wek baranê

Li ser çiya û deşta Botan

Wek birûskê bi hevre lêxist

Xwîn herikî li herêma Botan

Bijî bijî heval Egîd, bijî bijî şêrê Kurda

Bijî bijî pilingê çiya, bijî serleşkerê hêja

Xwîna şîrîn canê me ye

Egîd ê me rihê me ye

Ji cîgera gelê me ye

Serleşkerê ordîya me ye

Ji cîgera gelê me ye

Pêşrevanê partîya me ye

Bijî bijî heval Egîd, bijî bijî şêrê Kurda

Bijî bijî pilingê çiya, bijî serleşkerê hêja

Cenga wîna tirs da neyar

Şoreş ji me re kiriye huner

Doza wîna bûye fanûs

Egîd ji Kurdan re bû sembol

Doza wîna bûye çira

Egîd ji me re bûye Sembol

Bijî bijî heval Egîd, bijî bijî şêrê Kurda

Bijî bijî pilingê çiya, bijî serleşkerê hêja

See more
Koma Berxwedan more
  • country:
  • Languages:Kurdish (Kurmanji)
  • Genre:
  • Official site:
  • Wiki:https://ku.wikipedia.org/wiki/Koma_Berxwedan
Koma Berxwedan Lyrics more
Koma Berxwedan Also Performed Pyrics more
Excellent Songs recommendation
Popular Songs
Copyright 2023-2024 - www.lyricf.com All Rights Reserved