Bihar Xweş E lyrics

Songs   2024-05-20 05:04:13

Bihar Xweş E lyrics

Bihar xweş e çaxê gula, çaxê kulîlk û simbila

Newroz û sersala dila kengî bi xêr tu bê bihar

Îsal zivistana me sar e berfa sipî hûr tê xwar e

Xemilandin deşt û zinar kengî bi xêr tu bê bihar

Bihar xweş e çaxê gula, çaxê kulîlk û simbila

Newroz û sersala dila kengî bi xêr tu bê bihar

Nahêle berf em derkevin, em girtiyên roj û şev in

Xewam nayê em rakevin, kengî bi xêr tu bê bihar

Bihar xweş e çaxê gula, çaxê kulîlk û simbila

Newroz û sersala dila kengî bi xêr tu bê bihar

Baran li berfa şevnîvê bê û li pey roj derkevî

Dîsa bi ser çiyan kevin kengî bi xêr tu bê bihar

Bihar xweş e çaxê gula, çaxê kulîlk û simbila

Newroz û sersala dila kengî bi xêr tu bê bihar

Helbest : Cegerxwîn

Muzîk: Koma Berxwedan

See more
Koma Berxwedan more
  • country:
  • Languages:Kurdish (Kurmanji)
  • Genre:
  • Official site:
  • Wiki:https://ku.wikipedia.org/wiki/Koma_Berxwedan
Koma Berxwedan Lyrics more
Koma Berxwedan Also Performed Pyrics more
Excellent Songs recommendation
Popular Songs
Copyright 2023-2024 - www.lyricf.com All Rights Reserved