Berbang [Turkish translation]

Songs   2024-09-17 13:35:45

Berbang [Turkish translation]

Ax li min dayê

Çavên wê yên reş mîna çavên xezalan vekirî

Devê wê bi ken bû

Porê wê belavbûyî, stûyê wê gola xwînê bû

Wî serê wê danî ser çoga xwe

Pişta xwe vekir, li stûyê wê bada

Bi destan porê wê mist da

Bîstekê bêdeng çave wî li ser çavên xezalan ma

Çend dilop hêstir ji çavên wî ber bi jêr bû

Û ew giriya

Di bin barana gulan de ew giriya

Şev diçû

Stêrk diçû, heyv diçû

Xewna azadiyê hêviya felatê diçû

Hizr u bîr, serpêhatî û jiyaneke ciwan diçû

"Xwedayo

Ji berbanga Kurdistanê xweştir

Ji rojeke nû ya welatê min geştir çi heye?

See more
Mehmed Uzun more
  • country:Turkey
  • Languages:Kurdish (Kurmanji)
  • Genre:Poetry
  • Official site:
  • Wiki:
Mehmed Uzun Lyrics more
Excellent Songs recommendation
Popular Songs
Copyright 2023-2024 - www.lyricf.com All Rights Reserved