Ax Kurdistan [Turkish translation]
Ax Kurdistan [Turkish translation]
Kurdistan
Deşt u şaxên te rengînin
Baxên gulan baxên gulan
Kurdistan
Kan u maxên te zengînin
Kaniyên zêran, kaniyên zêran
Kurdistan
Çem u rubarên te şêrinin
Avên çiyan, avên çiyan
Ax Kurdistan ax Kurdistan
Nêştiman
Karkerên te raperîne
Wek qehreman wek qehreman
Nêştiman
Keç u xortên te gîhane
Şêrên çiyan, şêrên çiyan
Nêştiman
Zarokên te tev şiyar bûn
Bûn şoreşvan, bûn şoreşvan
Ax Kurdistan ax Kurdistan
Kurdistan
Ew êşê ser te rabûn
Mij û moran, mij û moran
Kurdistan
Sîng û berê te xuyabû
Bax û bistan, bax û bistan
Kurdistan nav û dengê te belabû
Nava cîhan, nava cîhan
Ax Kurdistan ax Kurdistan
- Artist:Hozan Serhad
See more