Senema Sur Ji Semed Şewqê Ji Heq Daye Wucûdê lyrics

Songs   2024-09-12 23:17:46

Senema Sur Ji Semed Şewqê Ji Heq Daye Wucûdê lyrics

Senema sur ji semed şewqê ji heq daye wucûdê

Ger `ezazîl-i bidîta nedibir xeyri sucûdê

xerq-i bûm ez di xema `işqê di weqtê seherî bû

Ko tecellayê cemalê li misalê beşerî bû

Ne ji lewnê beşeran min diye lê dêmê zerî bû

Ez dibêm Rûhê qudus bû bi xwe ya hor û perî bû

Lew bi husn û nezerê remzek ji sirra qederî bû

Xemriyên seyr-i li dêm helqe li dora qemerî bû

sed xedeng dane ceger sîne ji derbê bi kerî bû

Li me êş û eleman zêde ji tîra qeçerî bû

Dil ji me bûye pelek can û cesed têk seqerî bû

Lew me şeb ta bi seher naliye wek muxnî û `ûdê

senema sur ji semed şewqê ji heq daye wucûdê

Ger `ezazîl-i bidîta nedibir xeyri sucûdê

nezerek wê beşerê lebşekerê horîsiriştê

Nadirim ez bi mey û kewser û horên di bihiştê

Ê dîyî ew bi xwe carek di`ecîbim ko bi hiş tê

Te ji wan qews û kevanan çi xedeng in di bi weş tê

Ew e min şafî derdan, me çi hacet bi niviştê

Ger bikit husn û cemala xwe tecella di kiniştê

Dibitin Beytê qudus ehlê ziyarat ji hebeş tê

Sîne putxane ye îro me ji dêm û qed û qiştê

Bi dilê sade çi kim ez ko tecella negihiştê

Ew e min qibleyê cebhet di qiyam û di qu`ûdê

senema sur ji semed şewqê ji heq daye wucûdê

Ger `ezazîl-i bidîta nedibir xeyri sucûdê

Qibleya ehlê dilan ger bikitin keşfê cemalê

Ya tecella ke ji ber tac û peran qewsê hilalê

Kî bi dil kafir e ê sicde nebit cebhet û xalê

Ya nedit şehde bi ayatê di wê weqt û mecalê

Leyletu l-qedr e bi min ew se`et û `îd e di salê

şefqe kir perde hilanî seherê şox û şepalê

Eyisandîm û ji enwar û surê şubhê şemalê

Meşiha mest û şekerleb bi me da mey ji peyalê

Negiham secde bibim pir xecilîm ez ji wisalê

hadirê berqê li dil da ji tecella we şuhûdê

senema sur ji semed şewqê ji heq daye wucûdê

Ger `ezazîl-i bidîta nedibir xeyri sucûdê

Rohniya çeşm û çiraya me nizam hêj-i di bîr im

Ko di zindan û hebisxaneyê wê bend û esîr im

Ji xedengên qeçerî sîne tejî gezme û tîr im

Dil di nêv helqeyê zulfa siyeha bû ji `ebîr im

Têk perîşan lef û şitrîyû we tayên ji herîr im

Tu heyî min di dinê lew di dinê begler û mîr im

Zêr û mal er çi nedêrim te didêrim ne feqîr im

Ji evîna te şepalê di şevan şubhê nedîr im

Ji lebê le`lê şekerbarê te wek şekker û şîr im

Me ji ser ta bi qedem sohtine wek ateş û `ûdê

senema sur ji semed şewqê ji heq daye wucûdê

Ger `ezazîl-i bidîta nedibir xeyri sucûdê

Bêhisab şox û şepalê li Melê qehr û xeder kir

Ne em anîne xiyalê ne li halê me nezer kir

Qet nekir şefqe libasê xedebê zêde di ber kir

`Illeta cewr û cefa û elemê cih bi ceger kir

`Elilandîn di firaqê sitemê sîne bi ker kir

Ah-i hetta mirinê ev ji me ra dax û keser kir

Sefera şam û `Iraqê li me xweş lazim û fer kir

Bi me da jehr û reqîban di devê şehd û şeker kir

Em bûyîn pêt û pereng lew ji wisalê me hezer kir

Nazik û neyşeker û xob û şirîn qedd û hudûdê

Senema sur ji semed şewqê ji heq daye wucûdê

Ger `ezazîl-i bidîta nedibir xeyri sucûdê

See more
Melayê Cizîrî more
  • country:
  • Languages:Kurdish (Kurmanji)
  • Genre:Poetry
  • Official site:
  • Wiki:https://en.wikipedia.org/wiki/Malaye_Jaziri
Melayê Cizîrî Lyrics more
Melayê Cizîrî Also Performed Pyrics more
Excellent Songs recommendation
Popular Songs
Copyright 2023-2024 - www.lyricf.com All Rights Reserved