Gotin sar dibin lyrics
Gotin sar dibin lyrics
Gotin sar dibin wexta pesnê te bidim
Gotin şaş dibin wexta wesfê te bidim
Çavê xwe kil neke, lêvên xwe sor meke
Tu ne muhtac î, lê cemala xwe xera meke
Gotin sar dibin wexta pesnê te bidim
Gotin şaş dibin wexta wesfê te bidim
Ez dimirim nav pelên behran de
Ez winda dibûm nav pelên daran de
Hey lê lê wey lê lê hey wax!
Tu rind î, tu bedew î, êz hêsirê navê te bûm
Tu gul î, tu sosin î, hertim ber bihna te bûm
Ez xort bûm, ciwan bûm, li ser xwe bûm
Tu dûrî min bû, wexta ez muhtacî te bûm
Tu rind î, tu bedew î, êz hêsirê navê te bûm
Tu gul î, tu sosin î, hertim ber bihna te bûm
Ez dimirim nav pelên behran de
Ez winda dibûm nav pelên daran de
Hey lê lê wey lê lê hey wax!
- Artist:Ciwan Haco
- Album:Off (2006)
See more