Ez û Cimet lyrics

Songs   2024-07-05 10:46:24

Ez û Cimet lyrics

Ez û cimeta

eve muhbet,

Kilam, şiyêr û saz,

Hunur û hewas.

Ez xezaleke tî li çiya-baniya,-

Cimeta min - ava ser kaniya,

Ez cûcika fira, cûcika kewa,-

Cimet minra per-bask û hewa.

Ez moza hingiv, moza nav şana,-

Cimet gula nava kewşena.

Ez mesiyê avê, cimeta min -ber,

Ew okiyana kûr, qayîkim li ser.

Ez keskesora li pey baranê,-

Cimet roj û teva aranê.

Ez steyrikim, steyreke geş,-

Cimeta min- min ezman û erş.

Helbestvanim ez, siyarê Pêgas,

Cimet minra - meydan û Parnas.

Ez û cimeta

eve muhbet,

Kilam, şiyêr û saz,

Hunur û hewas.

See more
Fêrikê Ûsiv more
  • country:
  • Languages:Kurdish (Kurmanji)
  • Genre:Poetry
  • Official site:
  • Wiki:
Fêrikê Ûsiv Lyrics more
Excellent Songs recommendation
Popular Songs
Copyright 2023-2024 - www.lyricf.com All Rights Reserved