Xema Işqê Perêhtim Ez lyrics

Songs   2024-09-17 20:53:07

Xema Işqê Perêhtim Ez lyrics

Xema `işqê perêhtim ez

Hebîba xemrevîn kanî

Seraser têk behêtim ez

Ji derdê ferq û hicranê

Firaqa dilbera rend e

Behêtim herwekî find e

Misilmanek dirê min de

Xeber bit balê sultanê

Xeber bit bal şekerxayê

şepal û xob û zîbayê

Ko mîr e belk-i bîr nayê

Esîrik wê di zindanê

Esîr im lerze û tavê

Mi taqet vê ne perwa vê

Di hebsa wê qe min navê

Bikim firyad û efxanê

Mi navêt ez bi firyad kim

Li zulma dilberê dad kim

şehê dê şubhê Ferhad kim

Bidim rûhê ji kovanê

Ji kovana te şîrînê

Dinalim şubhê goyînê

Dirêjim hêstirên xwînê

Wekî tavê di baranê

Wekî berqa biharî ez

Ji dest çeşmên xumarî ez

Dikim firyad û zarî ez

Meger carek kî ihsanê

Tu pir ihsan û xweyrehm î

Li derwêşan abê xeşm î

çi bîtin ger bi nêv çeşm î

Nezer kî tu li astanê

Li min pirsek bi dildarî

Dibit hempayê dîdarî

Vewesta yim di ferwarî

Li `ebdê xwe ke fermanê

Di fermanê vewesta yim

Di benda xidmetê da yim

Wekî goy bê ser û pa yim

Heman lê dî tu çewganê

Li ber çewgan û kaşoyan

Ji derba tirk û hindûyan

Dibazim herwekî goyan

Dema ew têne meydanê

Dema ew tên bi bazî tên

Digel qewsên şîrazî tên

çi mûkarin di tazî tên

Bi de`wa têne lêkdanê

Bi de`wa tên me yexma kin

Di `amê şûr û xewxa kin

Suwaş û fitneyan rakin

Bi şîr ew têne talanê

Du talançî di meşhûr tê

Ji me`den `eynê kafûr tê

Di têkil zulmet û nûr tê

Me kufrî dî di îmanê

Me kufrî dî di islam bê

Ji şerqê zulmet û şam bê

Ji zulfan `enberê xam bê

Kinarê xal û nîşanê

Du zulfê `enberefşan in

Du le`lê şekkerestan in

Du çeşmê sihrifettan in

Dilê min wan xedeng danê

Dilê min wan xedeng lê da

Di birca roz û şeb tê da

Li selwa mar livîn pê da

Bi mestî hate seyranê

Li selwê mar bi lef hatin

Di bircan tîp bi şef hatin

Ji batin tîr bi xef hatin

Ji berbenda girîbanê

Ji berbenda niqaba wê

Li ber fetla `işaba wê

Cemala mahitaba wê

Mi bedrek dî di seywanê

Heyîv bû ew di zulmatê

Dixwim şondê bi ayatê

Ko nûrê da semawatê

Esed hat rast-i mîzanê

Qemer hat rast-i perwînan

Ji bo xemlê şemal înan

Me nêrgiz dîn di nesrînan

Di nêv baxê gulistanê

Di baxê min medam dil tê

Cinesrî w sosin û gul tê

Binefş û terh û sinbil tê

çevîn ser şubhê reyhanê

Li dêmê sinbilan ser dan

çevîn ser sosin û werdan

Li mahê `eqreban ger dan

Di ser da ab-i heywanê

Ji `işqê lew Mela xest e

Ji herfa badeyê mest e

Ji hoş û `aqilî rest e

Li der goşên di meyxanê

See more
Melayê Cizîrî more
  • country:
  • Languages:Kurdish (Kurmanji)
  • Genre:Poetry
  • Official site:
  • Wiki:https://en.wikipedia.org/wiki/Malaye_Jaziri
Melayê Cizîrî Lyrics more
Melayê Cizîrî Also Performed Pyrics more
Excellent Songs recommendation
Popular Songs
Copyright 2023-2024 - www.lyricf.com All Rights Reserved