Tirşik lyrics

Songs   2024-10-05 09:23:51

Tirşik lyrics

Ez îro ji xew rabûm gelek jî bêxew bûm

Min çavê xwe vekir nêrî li erdê razabûm

Rabûm serxwe meşîyam mejîyê min tevlîhev bû

Kolan kolan gerîyam hêvîyên min wenda bû

Min fêhmkir gelek grîng bû gotinên pêşîya

Jîyan li me bêbext bû me dikir nav şaşîya

Ez gelek aciz bûm min pala xwe da nav çîya

Ji derd û xemê cîhanê behna min çiqîya

Çî bikim nizanim

Çî bêjim nizanim

Çawa bikim nizanim

Çawa bêjim nizanim

Jîyan tirşikê bêtehm e

Dema zarokî min gohdar dikir li dengbêja

Bi dengê wan mezin bûm rêzdarim li stranbêja

Kesên ku mûzîk nizanin serê min ji wan êşa

Ez qet û qet hez nakim ji wan sergêja

Dilê xwe vedikim jiter dinîvsînim hevoka

Xwezî ez jî bifirîyam wekî wan kevoka

Li gorî dilê bijîyam wekî seroka

An jî derkevim rê wekî wan geroka

Çî bikim nizanim

Çî bêjim nizanim

Çawa bikim nizanim

Çawa bêjim nizanim

Jîyan tirşikê bêtehm e

  • Artist:Xem
  • Album:Agir
See more
Xem more
  • country:Turkey
  • Languages:Kurdish (Kurmanji)
  • Genre:Alternative, Hip-Hop/Rap, R&B/Soul
  • Official site:https://www.instagram.com/XEM.official/
  • Wiki:
Xem Lyrics more
Excellent Songs recommendation
Popular Songs
Copyright 2023-2024 - www.lyricf.com All Rights Reserved