Îro Mi Dî Weqtê Seher lyrics

Songs   2024-09-12 23:43:23

Îro Mi Dî Weqtê Seher lyrics

îro mi dî weqtê seher

Ew dilbera sundus di ber

Dîsa di lebsê sor û zer

Nûrek munezzeh bû beşer

Biskên siyah xalên di qer

Reşkagulê zulf çûne ser

Eswed bû da`im secde ber

Min bestî `eqda niyyetê

Xeflet bi sir da min nezer

Mîran bi qetlê kir xeder

Tîr dane dil şahê Mecer

Bêmurwe amanc kir ceger

Feryad û efxan sed keser

Weşfan neşêm lê ev qeder

Zanim ko roj bû hate der

Subhan ji şahê qudretê

Subhan ji te şahê celal

Hostayê pir qudret li bal

Xaşa te dayî ev cemal

Dêmê ji qudret xett û xal

Kifş bû di qewsê da hilal

Vê ra mi dî bedra kemal

Lê bûn niqab çewgan û dal

Wan yek bi mestî daye pal

Lê seyyirî bayê şimal

Pêçane ser nûra zelal

Qet kes-i dîn ev reng misal

Mutrib were weqt e û mecal

Zaza bi nayê ra binal

Saqî werîn xemra helal

Carek ji ser dêmê vimal

Zulfên li dora cebhetê

Zulfên mu`enber kagulîn

Biskên siyahreng sinbilîn

Ta ta bi dav dav fittilîn

çînçîn bi mestî silsilîn

Dayê nesîm têk meyyilîn

Wê qest e xala filfilîn

Ebleq ji qudret xemmilîn

Wê buxçeyê gul kemmilîn

Tê `endelîb û bilbilîn

Roj hate birca sinbilîn

xeflet me dî lew xeccilîn

Mehrûm û mehcûr dilkul în

Mecrûhê tîrên qizil în

Rehmê ke pir şohtîdil în

Vê perdeyê carek hilîn

Bavê niqaba zulmetê

Pirsê l’ mihirdarê xwe ke

Li meczûb û haldarê xwe ke

Bes qehr û azarê xwe ke

Qesta birîndarê xwe ke

şefqê bi dîdarê xwe ke

Têk xerqê enwarê xwe ke

Lê emr û ferwarê xwe ke

şehîdê nûbarê xwe ke

Gestiyê reşmarê xwe ke

Le`lê şekerbarê xwe ke

Bi lefz û guftarê xwe ke

Dermanê kuldarê xwe ke

Lê keşfê esrarê xwe ke

Mexmûrê xemmarê xwe ke

heyranê reftarê xwe ke

Kuştîne tîra muhbetê

Wer ser de carek kuştiyan

Extermeyên xwe b’ yengiyan

Berde bi mil da xemriyan

Badet seher reyhaniyan

Daxên şehîd û şohtiyan

Danîne lê wan tiliyan

Ko j’ mu`ciza xummariyan

Rûh bête dîsa ser giyan

Hêj nabirim qet hêviyan

Ji wan şefqe û dildariyan

Bi l-lah ji nal û zariyan

derba firaq û bihriyan

Teşbîhê tûtakên çiyan

Xew nakirîn şevtariyan

Lê hêj dixwazîn şukriyan

çendî ko rû dîn qibletê

çendî dinê bit her hebî

`Alem di ber hukmê te bî

Herçî divê te her we bî

Lebsê te kêmxe û xare bî

Da`im bi remz û `işwe bî

şubhet gula her xunçe bî

Wê buxçeyê xar tê nebî

Ageh ji `uşşaqên xwe bî

çeşmek li ehwalê me bî

Derheq me lê bêperde bî

Saxer medam pir bade bî

Pir şefqe û xweşme`de bî

Bihtir bi rehm û şefqe bî

Bi şîrê te da perwane bî

Mexmûrê çehvên şehle bî

Sotîne narê firqetê

Derdê xedar bêm firqet e

Firqet ji can pir zehmet e

`Aşiq mirin her sa`et e

Ya sehl-i `aşiq rûh dite

Lê dilber evreng `adet e

Herçî di bendê da kete

Ewwel didit pê ulfet e

zewq û şefa û suhbet e

Gavek ko ew vê ra rete

Anca ji nageh xeflet e

şîrê cefayê lê dite

Ellah çi wê bêmurwe e

Rehmê bi `aşiq nabite

Wê qest e can yexma kite

hetta ko dil qenc jê bite

Inşaf ji mehrûyan ne tê

Yar qest e can yexma kirit

Da mu`cizê peyda kirit

Remzek ji reng `îsa kirit

Ya sihr-i Bû-Sîna kirit

Ji ew le`l-i şekkerxa kirit

Dîsa şehîdan rakirit

Van koleyan aza kirit

Carek xerîban şa kirit

Rastê yedê beyda kirit

Miskê di cerhan dagirit

Da xweş bikit ihya kirit

şefqê ke ya reb da kirit

Reşkagulan ta ta kirit

Sed helqe çîn çîn ba kirit

Hemyan li dêm tuxra kirit

Emrê humayûn ser me tê

`Aşiq divê dil sade bit

Xaka riya yarê xwe bit

Sed dax di dil wek lale bit

Xwînê bixwit rengxunçe bit

Wî can fida şubhet me bit

Lê j` emrê yar xafil nebit

Da`im bi se`y û cehde bit

teb`ê ko yar lê, ew we bit

Yar jî digel bêperde bit

Vê ra bi rehm û şefqe bit

Wek xunçe `aşiq dil vebit

Dil şubhetê ayîne bit

`Işq û cemal jêk zêde bit

Xal eswed û dêm qible bit

Pêş herdu nûnan secde bit

Vêk ra biwêrin suhbetê

Ê goyê meydanê te bit

Wek min di zindanê te bit

Serbendê çewganê te bit

Mecrûhê peykanê te bit

Yexma û talanê te bit

Her roj jî qurbanê te bit

Bîmarê mujganê te bit

Da`im di fermanê te bit

hebsî di zindanê te bit

Muştaq û heyranê te bit

Sohtî ji hicranê te bit

Dê mestê fincanê te bit

Wî behr di nîşanê te bit

Mûçi ji ber xwanê te bit

Lê lutf û ihsanê te bit

Herdem bixwînî hedretê

Caman bi exyaran nedî

Xemrê bi xwînxwaran nedî

Werdan bi murdaran nedî

Wan rê di gulzaran nedî

Reyhan û gulnaran nedî

Bo wan ji jeyn xaran nedî

Tu remz û esraran nedî

Koran tu enwaran nedî

Azarê mihrdaran nedî

Lê destê bedkaran nedî

Bi nûnekê yaran nedî

Nêv me û xwe estaran nedî

Tîran ji nû baran nedî

Derdan bi bîmaran nedî

Ji xeyr-i sê caran nedî

Rîşin nedêrin taqetê

Bes `aşiqan mehcûr bikî

şubhet Melê rencûr bikî

Qelbê şikestî hûr bikî

şûna birînan kûr bikî

şem`a me jê pir nûr bikî

Bi zehrê xwe me me`mûr bikî

Tenha me bêdestûr bikî

Mehrem serayê hor bikî

Bi wesla xwe da fexfûr bikî

Ji wê badeyê mexmûr bikî

Nêv kaseya ferfûr bikî

Feydê li dil da fûr bikî

Dêmê ji reng kafûr bikî

Dalan ji xalan dûr bikî

Pê `alemê meqhûr bikî

Weqtê sehergeh bade tê

See more
Melayê Cizîrî more
  • country:
  • Languages:Kurdish (Kurmanji)
  • Genre:Poetry
  • Official site:
  • Wiki:https://en.wikipedia.org/wiki/Malaye_Jaziri
Melayê Cizîrî Lyrics more
Melayê Cizîrî Also Performed Pyrics more
Excellent Songs recommendation
Popular Songs
Copyright 2023-2024 - www.lyricf.com All Rights Reserved