Îro Mela Serapa lyrics

Songs   2024-09-12 23:42:44

Îro Mela Serapa lyrics

îro Mela serapa lew têk-i bû me ateş

Min dî seher xeraman neyşekera şirînmeş

Ya reb çi turfe mêwe evrenge mey dibexşet

şi`ra me tê perîşan nezma me tê muşewweş

Dilgeşte min ji dêrê naçim kenîşteyê qet

Mihrabê wê bi min ra wer da biçîne Laleş

Mehbûb-i wek stêr e govend û `işqibazî

Têkil biçîn semayê hişyar û mest û serxweş

Heywan li kû dimînit em muftiyê zeman în

Bêtin ji destê saqî cama zelal-i bê xeş

Wer guh de çeng û nayê şîrîn ko bên semayê

Camê binoşe vêran çi sade û çi zerkeş

Tali` ko têt û furset muhlet li nik heram e

Min `umrê Nûh-i nîne wer saqiyo bi lez xweş

Neyşekkera şirînqed me ji dest te mey divêtin

Da sîne pê cela dîn rewşen bikîn dilê reş

Camid çi kin bi husnê ko wan nezer li xwar e

Xerteb`etên di ebleh çi nêrgiz û çi kerbeş

Kore xwe nasipêrit carek bi dest delîlan

Ebleh çi kit tewafê nabînitin Berê reş

Bêzê dikit ji qencan ji remz û naz û xencan

Qedrê gulan çi zanit kerbeş divêt kerê reş

Feyda me şubhê Nîl e em Dicle û Firat in

Ger şeyx û wer imam e vê ra ye min keşakeş

şoxa ko ez di bendê dil girtiye kemendê

Letîf e zuhresîma ebrûhilal û mehweş

Birhên ji qewsê qudret nîşane kir Nişanî

Lami` ji ber dibarin çi yengiyek we perweş

Ellah li min hubba te çi şekker û nebat e

Ji nû ve dê ciwan bim ger bihn bikim gula geş

See more
Melayê Cizîrî more
  • country:
  • Languages:Kurdish (Kurmanji)
  • Genre:Poetry
  • Official site:
  • Wiki:https://en.wikipedia.org/wiki/Malaye_Jaziri
Melayê Cizîrî Lyrics more
Melayê Cizîrî Also Performed Pyrics more
Excellent Songs recommendation
Popular Songs
Copyright 2023-2024 - www.lyricf.com All Rights Reserved