Min Dî Ji Xeflet Cam Di Kef lyrics

Songs   2024-09-12 23:48:31

Min Dî Ji Xeflet Cam Di Kef lyrics

Min dî ji xef -let cam di kef şahê Necef dil kir hedef

Roj hat şeref stêr bûne xef herçar teref nûra yeqeq

Zulmet nema suhbet we ma nûra şema -lan çû sema

Lê ew dema zulf bûn cema hatin sema -yê yek neseq

Werdan gulav girtin xwinav lê min di tav sohtin hinav

Min dî bi çav zulfên bilav lê bûne dav bend kir bi nav

Nûra beşer guft û xeber qend û şeker zulfan ji ser

Xalên di qer bavê seher da bête der şubha bi heq

Mi ji bihriyan pir naliyan şev tariyan ceng bû meyan

Wer kuştiyan ji wan yengiyan bi wan tiliyan xweş ke giyan

Kir şefqe mîr anîme bîr berdan mi tîr kirme esîr

Neg’ha feqîr zulfa herîr avêhte şîr da pê meheq

Ê muşterî dêmê zerî nebir serî ney can berî

Avêt serî gava berî lazim herî wê ev perî

Kelbê di rê nîşan berê tîrawirê mijgînperê

Behr û berê `işq û surê avêhte rê ser ma qeleq

Min dî di new -bê yarê tew sundus e ew bêm bêderew

Min bû di qew -sê boyî ew şêvan mi lew nayême xew

Hêstir rewan tên wek coyan tîr dan ewan reşebriwan

Dil wek goyan ber kaşowan ser lu`lu`an bergên wereq

Bejna şepal dêmê bixal i`rab û dal qewsê hilal

Neqşê celal cama zelal xemra helal suhbet bi hal

Ez telbeya ava heya tê bûn teya ki j’badeya

Cama xwiya bo `işweya yar lew peya -pey tên sebeq

Canê Melê ji qal û belê bend im welê der kagulê

Belgên gulê rû heykelê ew miske lê carek hilê

Perde û sutûr da bêquşûr bêtin zuhûr dêmê bi nûr

Nûra xefûr xalên di hûr cama tehûr le`lên şefeq

Yar hat û mest şubha elest min dest bi dest dî cam di dest

Kagul dibest tayek verest vê ra şikest nîşan e qest

Ew lebşeker wa hate der rabû ji ber tayên di ber

Xalên di qer zulf çûne ser eslan seher lê bûn fereq

See more
Melayê Cizîrî more
  • country:
  • Languages:Kurdish (Kurmanji)
  • Genre:Poetry
  • Official site:
  • Wiki:https://en.wikipedia.org/wiki/Malaye_Jaziri
Melayê Cizîrî Lyrics more
Melayê Cizîrî Also Performed Pyrics more
Excellent Songs recommendation
Popular Songs
Copyright 2023-2024 - www.lyricf.com All Rights Reserved