Şêlû Nekin lyrics

Songs   2024-07-08 11:24:20

Şêlû Nekin lyrics

Bra deştê we- li we bimbarek bin,

Xweyê deşt-dûza,

Bra çiyaê me-li me bimbarek bin,

Me tebiyethiza.

Evil û edet we rehetiya ruh

Wan ciyada dîtye,

Lê hilbet me jî kar û keremek

Van çiyada dîtye.

Em şêlû nakin bi nixta nemerd

Tû cew û kaniya,

Wekî ser weda dixulxulin tên

Ji van çiya-baniya.

Na, şêlû nakin em tu ava qet,

Lê hûnjî feqet,

Dema qasekê em xwera hiltên

Serê çiyayêd xwe,

Dinya dêmdelal hemêz dikin bi

Nûra çevê xwe,

Bi qelbê qenciyê bilind dibin wek

çiyayêd xwe tîtan

û êmanekî Xaliqê xwera

Tên pevgirêdan,

Hûn Xwedê xwekin, hûn jî wê hingê

Bi cebh û cerme

Nekin tepilxan û şêlû nekin

Ezmanê serme...

See more
Fêrikê Ûsiv more
  • country:
  • Languages:Kurdish (Kurmanji)
  • Genre:Poetry
  • Official site:
  • Wiki:
Fêrikê Ûsiv Lyrics more
Excellent Songs recommendation
Popular Songs
Copyright 2023-2024 - www.lyricf.com All Rights Reserved