Gelawej lyrics
Gelawej lyrics
spiya berfê ne paqij e
ne zelal e av, qase dilê te
ronî dide mîna rojê
ne delal in kullîlk qase rûyê te
porê te kej e
çavê te gelawêj e
dişewitîne dihelîne
bejna te min dikuje
ne bes e sekinim li ber deriye wî dîle tê?
ne bes e şewitîm peritîm cemidî me?
ne bes e bêje, tu û xwedê bêje
ez nabêjim, tu beje
sterka sibê tu yî
tîna rojê tu yî
germa havîne
bêhna biharê tu yî
delala min tu yî
hevala min tu yî
bê lome be
zalima min tu yî
kulîlka heftreng î
jêhatî pir şeng î
guh bide vi dengî
ma ne dujminê min î
nesibê min tu yî
qedera min tu yî
ji xwedê ve eyan e
sorxwina min tu yî!
- Artist:Mehmet Atlı
See more