Xelqo Li Min Kin Şîretê lyrics

Songs   2024-09-17 20:53:12

Xelqo Li Min Kin Şîretê lyrics

Xelqo li min kin şîretê

Ew dilbera zerrînkemer

Min dî di halê xefletê

Hat der ji bircê wek qemer

Hat der ji birc û penceran

Dil girt û da ber xenceran

Ev reng e halê dilberan

Lew `aşiqan xwîn bûn ceger

Qelb û ceger min bûne xwîn

Lewra ko nû der bûn birîn

Ey can were halim bibîn

Wer rûh ji qalib bête der

Canê min er bê ser cesed

Mizgîn bi afaqan resed

`Alem hemî pê bin hesed

Insan û cinn û caniwer

`Alem hemî têk bûne şef

Sey’rîn li şahê min bi xef

Hatin temaşa çar teref

şatir xumar tayên di ber

Hat padişahê pir sipah

Qamet elif dêm şubhê mah

Dad û meded sed ah û ah

Zulf û `eqarib têne ser

Gestî me xelqo `eqrebê

Mest im ji şewqa xebxebê

tali` tinê mi d`kewkebê

îro `eqarib têne der

îro `eqarib hate xwar

çû nêv-i baxê gul`izar

Ew buxçeya her lê bihar

Lew bilbilan lê qal û şer

Bê hed ji dil nalî û keyb

Di ew buxçeya ridwanê xeyb

Van naliyan nînin çu `eyb

Sohtîne em dil bû seqer

Sotin li min cerg û hinav

Werdên di hûr girtî xwinav

Zulf hate ser lê kir bilav

Bayê nesîm weqtê seher

Tirsim muxalif ba detê

Zulfên di dora cebhetê

Rakit qiyam wê sa`etê,

Alem bibit zîr û zeber

Zahir dibêjim pendigîr

Da dil nedî zulfa herîr

şubhê Melê dimînî esîr

Guh dêre qewlê mu`teber

See more
Melayê Cizîrî more
  • country:
  • Languages:Kurdish (Kurmanji)
  • Genre:Poetry
  • Official site:
  • Wiki:https://en.wikipedia.org/wiki/Malaye_Jaziri
Melayê Cizîrî Lyrics more
Melayê Cizîrî Also Performed Pyrics more
Excellent Songs recommendation
Popular Songs
Copyright 2023-2024 - www.lyricf.com All Rights Reserved