Tu lyrics

Songs   2024-10-05 09:25:13

Tu lyrics

Xemgînî te li min kir diyarî

Ma ev heneke an jî yarî

Hêsir ji çavên min dibarî

Min ji xeynî girîn tişt nedî

Sekinîye bê te nabore zeman

Tenê ji bo te dipeyîve ziman

Qurtek av bide bi lêvan

Li dilê min were bibe mêvan

Dojeh bê te wek mala min e

Bextê min tune her tim reşe

Evinê xem neke herdem bikene

Hêsirên min têra me dike

Derbas nabin rojên dijwar

Dilê min agir destê min sar

Brîndar im ez dikim hewar

Min bihîse vegere yar

Tu Dîjle ez Firat im, tu hêlîn ez kevok im

Tu erd î ez ezman im, tu ewr î ez baran im

Tu Zîn î ez Mem im, tu derman ez nexweş im

Tu helbest ez hozan im, tu can î ez bê can im

Nemaye hêvî

Nemaye şahî

Nemaye bawerî

Nemaye aramî

Li me neke bêbextî

Çav li rê ye her wextî

Were bigre vê destê

Nekuje vê hestê

Tu Dîjle ez Firat im, tu hêlîn ez kevok im

Tu erd î ez ezman im, tu ewr î ez baran im

Tu Zîn î ez Mem im, tu derman ez nexweş im

Tu helbest ez hozan im, tu can î ez bê can im

  • Artist:Xem
  • Album:Agir
See more
Xem more
  • country:Turkey
  • Languages:Kurdish (Kurmanji)
  • Genre:Alternative, Hip-Hop/Rap, R&B/Soul
  • Official site:https://www.instagram.com/XEM.official/
  • Wiki:
Xem Lyrics more
Excellent Songs recommendation
Popular Songs
Copyright 2023-2024 - www.lyricf.com All Rights Reserved