Русь [Rus'] [Kurdish [Kurmanji] translation]
Русь [Rus'] [Kurdish [Kurmanji] translation]
Ax! Ûrus, welatê min î mezin
Li hember dijminan têk çûyî
rabe û hişyar be êdî!
Ax! Şervanên nemir
Ala we li ezmên
Dê li ber bê keve
Deştên bi gola xwînê
Yek bi yek ketine mêrxasên me
Li axa bi hêsran hatiye avdan
Ji bo zarokan, ji welatê me
We jiyana xwe ji dest da
Di şeveqên ronî de
Ûrus têk naçe, ji hêza xwe wunda nake
Ge dijminê xwe têk bibe
Dê dewra me jî were
Emê ji van qeydên destan rizgar bibin
Her û her rizgar bibin
Ax! Xwedanê me yên kevn
Ji bo serkeftinê laweyan dikin
Di şerê li hember dijmin de
Ey xwedavendê birûskan(Perun)
Me di cengê de bi tenê mehêle
Bihejîn erd û ezman
Ey birayên min deng bidin dengê min!
Dema ev xak dihat lanetkirin
Bi xêliyeke reştarî
Êrîşî dijmin bikin
Wek dîwaran rawestin silavîno
Ûrus têk naçe, ji hêza xwe wunda nake
Ge dijminê xwe têk bibe
Dê dewra me jî were
Emê ji van qeydên destan rizgar bibin
Her û her rizgar bibin
- Artist:Arkona
- Album:Vozrozhdenie (Возрождение)