Îro Ji Nû Pir Ateş Im lyrics

Songs   2024-09-12 23:42:32

Îro Ji Nû Pir Ateş Im lyrics

îro ji nû pir ateş im

Dîsa ji remza dilberê

Mecrûhê qewsê pirweş im

Tîr dane nêva cegerê

Tîr dan ji qewsê eswed e

şehzadeya şîrînqed e

Kuştî ne wek min çendsed e

Wê padişah û beglerê

Wê beglerê pir kuştine

Enguşt bi xwînê riştine

Ma ehlê dil qet hiştine

Sohtîne mislê mecmerê

Lê ez tinê ser ta qedem

Yekser disojim dem bi dem

Wesfên di `işqê ez çi dem

Nayên hisab û defterê

Wesfên evîn û `işqehê

Husn û cemala wê şehê

Nayêne şerh û medehê

Ehsen ji neqşê beşerê

Ehsen ji husna dêmdurê

şîrînî û guft û surê

Sed zahid êxistin ji rê

Wê nazik û lebşekerê

şekker di nêv lêvan e wê

Reyhan li dor sêvan e wê

Meş`el di nêv şêvan e wê

Tîsê ji rengê fenerê

Fener niye nûra heq e

Husn û cemala mutleq e

Berq e spêd e û şefeq e

Zuhre we şemsa xawerê

Zuhre we mah û muşterî

Min dîn li dêmê enwerî

Zulfa muselsel `enberî

Ser daye hewda kewserê

Hewda ji kewser çeşme tê

Ya cih di rewda qudretê

Herdem ji nû wê ser de tê

Xemrî we tayên `er`erê

Xemrî di reş zulfa herîr

Werbûn li dor bedra munîr

Birca ko hakim lê du mîr

Min dîn li textê kişwerê

Textê di mîr û begleran

Meydanê coqa goygeran

Eslan û cotê meyxwiran

Mey dan şeraba saxerê

Saxer bi dest serxweş we mest

Weqtê sehergeh dest bi dest

Xeflet du begler meyperest

Kuştim bi derba xencerê

Kuştim bi derba keyberan

Gezme w xedenga awiran

Remz û işarat û suran

Dan dil ji nêva pencerê

Dan dil ji ber husna bi nûr

Berqa tecellaya sudûr

Lew sohtîyem wek kohê Tor

Hubb û evîna enwerê

Hubba te ma xweş hiştime

Her roj ji nû ez kuştime

Yekser ji xwînê riştime

Tîr û xedengên Mecerê

Gezmên di şîrîn nazikê

Derbên di wê rimbazikê

çûyîne nêv dil gazikê

Min dad ji zulma dilberê

Dilber çi bêhed zalim e

Carek nekir pirsî li me

Lazim bi halê `alim e

Lê pir didêrit xederê

Lazim bi qetla min divê

Hêj ev di dil marê şevê

Peykan di cergê da çevê

Bend kir bi şewka `enberê

Bend kir kulab û penceyan

Dil ma di nêv işkenceyan

Min ah ji dest wan xenceyan

Kok û kubarên dînberê

Remz û surên şîrînleban

Tîroj-i berqên kewkeban

Rêza muselsel `eqreban

Gerdan li dora qemerê

Min dîn li dor bedra temam

Herfên di mektûb dal û lam

Wê pêşrewê batin revam

Yexma kirim sîmînberê

Sîmînbera neyşekerê

Ew horiya nisbet perê

Bejna şirîn dêmê zerê

Bo ji gulab û mawerê

Bo mawer û şîrînlebê

Wê xob û nûrên xebxebê

Bedra di Birca `eqrebê

Kengê ji ber perdê derê

Bedra ji qudret lê du nûn

Ew qatila eswed`uyûn

Pir rakirin wê qetl û xûn

`Alem perêht yexmakerê

Herdem bi zulmê we d`sojî

Qelbê ji hubba tey tejî

Lazim dibêm min dê kujî

Kes nîne çîtin mehderê

Kes nîne ret mehder bikit

Bes girtiyan ebter bikit

Xemlê ji zêrê zer bikit

şefqet li yekta biderê

şefqê bi dîdarê xwe kit

Qesta birîndarê xwe kit

şehîdê reşmarê xwe kit

Ê ser li fitla pêşterê

Fitlê siyah marê şevîn

Rêhan bi dor serwan çevîn

Axir bi selwê da revîn

Xef bûn di tayên çenberê

Xef bûn di nêv tora qizil

îlan misalê ser li mil

Kuştîn û jehr avête dil

Hêj kuştiyên remza berê

Kuştîne em şîrînlebê

Tehlîkeşên roz û şebê

Ger ez bibînim ew bi xwe bê

Nakim ji dil hêj bawerê

Ew nazika nisbet gulê

Camek ji kewser da Melê

Mest im ji ber qalu belê

Hetta bi roja mehşerê

See more
Melayê Cizîrî more
  • country:
  • Languages:Kurdish (Kurmanji)
  • Genre:Poetry
  • Official site:
  • Wiki:https://en.wikipedia.org/wiki/Malaye_Jaziri
Melayê Cizîrî Lyrics more
Melayê Cizîrî Also Performed Pyrics more
Excellent Songs recommendation
Popular Songs
Copyright 2023-2024 - www.lyricf.com All Rights Reserved