Îro Ji Dest Husna Hebîb [Ez] lyrics

Songs   2024-10-04 23:20:54

Îro Ji Dest Husna Hebîb [Ez] lyrics

îro ji dest husna hebîb sergeste û heyran im ez

Min eşq û muhbet bûn nesîb sewadê sergerdan im ez

Eşqê gelek sewda kirin bê mal û bê mewda kirin

Nûra çira winda kirin Mûsayê imran im ez

Mûsa ji dest husna bi nûr şêrîniya xalên di hûr

Secde bire ber Kohê Tûr nêzîkî remzê wan im ez

Remzê ku dê dilber bikin carek bi çeşman seyr bikin

Dê kohê Qaf ker ker bikin mecrûhê pir-kovanim ez

Min ah ji dest kovan û qehran min sebr nayêt li sehran

şubhetê mewcên di behran qulzemê umman im ez

Qulzem û behrên di heftê agirê eşqê ku keftê

Dê bisojit subhe neftê min diye, pê zanim ez

Min diye muhbet çi reng e sohtim edoja pir-ye`ke

Min mudam dil jê biheng e bi nalîn û efxan im ez

Nalîna teyr û tuyûran kalîna çeng û bilûran

Xulxulên di qesr û qusûran bulbulê xoşxan im ez

Bulbulim daîm dixwînim ez yeqîn ez te bibînim

Dîn dibim sewda dimînim serxoş û sukran im ez

Serxoş û ebter kirim te ji illeta rengzer kirim

Te sotim û ker ker kirim tu agir î buryan im ez

Agir û pêta di dil da me`neyan daxan ku hilda

Ew kitab naçit du cilda hafizê medhan im ez

Hafizê medh û pesendan rohiya mehbûb û rindan

Bê hisab werbûn di findan satiyê bêcan im ez

Soti me qet pêt û nar ne kuştîme derb lê diyar ne

Min demek sebr û qerar ne nexweşê pir-jan im ez

Nexweşê reng lê nemayî dest li ser falê nihayî

Wan digot ji çavê giyayî kûştiyê e`ynan im ez

Kuştime herdu `uyûnan yan kî yêd nisbet ji nûnan

Radikit ew qetl û xûnan girtiyê zindan im ez

Girtî me insaf di mîr ne qazî û muftî ve bîr ne

Qeyd kirim kes bê xebîrne bendeyê hicran im ez

Ma di benda firqeta te canfidayê xid**** te

Da bibînim reh**** te nobedarê xanim im ez

Nobedarê qullehê xo dergevanê dergehê xo

Bîne bîr û agahê xo tûleyê asîtan im ez

Tûleyê dergahê yar im şev û rojan nobedar im

Westayê der întîzar im çavrêyê Sultan im ez

çavrêyê sirra li pêş im meqseda ezlê feniş im

Hicreta Yûsuf dikêşim Ye`qûbê Ken`an im ez

Kor e bo Ye`qûb ji dînê j`perdeya daxa evînê

Ger dibên veke birînê hewceyê Lokman im ez

Wan digot Lokman tebib e gote min xef `endelib e

şafiyê derdan hebîb e pê bawer û îman im ez

Sond dixwim sa`id û destan kevir û seylêd li bestan

Min bi xom li curhan bebestan be rahet û asan im ez

`Aşiqa rahetya kêm e agir û pêt a dilê me

çend hezar medhan dibême muhitê esman im ez

Xwezî min sed ser hebûna sed hezar dev pê ve bûna

Ew hemûl`medhên te bûna hêj bi wan niqsan im ez

Ez kiz û zer bûm ji qehrê dê devêk çibkit ji behrê

Yan du çav çibkin ji sehrê bê dîtina eynan im ez

Sed hezar çav min divêna bayekî perde hilîna

Xet û xal min têr bidîna eşqe qûtî can im ez

Her kesê eşq tê eser kit sed hezar perdan di ber kit

Hemûyan dê ker be ker kit tazî yû `uryan im ez

Perde çû ez mame tazî dil sirra mehbûb dixazî

Min ibadet eşq û bazî bê mey û meyxan im ez

Xaniya bade û mey tê mexnî yû hem çeng û ney tê

Min ji eşqan heye-hey tê serxweş û sukran im ez

Serxoşê ava heyatê meclisa reqs û sematê

Dê çi kim bi sewn û selatê b`kûzê û fîncan im ez

Ew meyê gerden dirêjan şîşe û wan bade rêjan

Min nema hiş li nivêjan li deftera dînan im ez

"Mim" û "Hê" aqil vederda sicleya eşqê û derda

Lew qelem anî bi ser da me`fuyê Xufran im ez

See more
Feqiyê Teyran more
  • country:
  • Languages:Kurdish (Kurmanji)
  • Genre:Poetry
  • Official site:
  • Wiki:https://en.wikipedia.org/wiki/Faqi_Tayran
Feqiyê Teyran Lyrics more
Excellent Songs recommendation
Popular Songs
Copyright 2023-2024 - www.lyricf.com All Rights Reserved