Îro Ji Derba Xencerê lyrics

Songs   2024-09-12 23:40:27

Îro Ji Derba Xencerê lyrics

îro ji derba xencerê

Lazim biêşan î Mela

Teşbîhê zulfa dilberê

Zanim perîşan î Mela

Zanim perîşan î ji dil

Bêhed biêşan î ji dil

Teşbîhê biryan î ji dil

Bi l-lah ne insan î Mela

Bi l-lah çi teb`et adem î

Yekser dibêm yek `alem î

Deryayê Qaf û Qelzum î

Yan çerx-i gerdan î Mela

Ya reb çi wê mihnetkeş î

Ser ta qedem têk ateş î

Mecrûhê qewsê tûzreş î

Lew dil bi peykan î Mela

Zanim ji `işqê dojeh î

Behrek ji narê asih î

îro li mahê xergeh î

Teşbîhê seywan î Mela

Ev sîneya wek nay û ney

Pir lê kişandin dax û key

Hê dil bi naehlan didey

Ya reb çi nadan î Mela

Durdaneya dêmgewher e

Ayîneya Eskender e

Bê mirwetê dil kir ker e

Mecrûhê xalan î Mela

Bê mirwetê dil herişand

Teşbîhê şîşê lê kişand

Ker kir ceger xwê lê reşand

Ateş li ser danî Mela

Narê ji rengê dojehê

Husn û cemala wê mehê

Me d`perdeya vê xergehê

Xef kir çi `Umman î Mela

îro li `umrê xwey telef

Bê şahid û cama sedef

Bê çeng û saz û nay û def

Zanim peşîman î Mela

Zanim te kohê Tor e dil

Lew her bi nar û nûr e dil

şehkaseya ferfûr e dil

Lew mest û sekran î Mela

Her sîne tabê natemam

Napuxte xam bê mihr û cam

Xerqên di xwîna dil medam

Le`la Bedexşan î Mela

Pir le`l û dur te j` kilkê `işq

Anîne nezma silkê `işq

Der berr û behrê mulkê `işq

Me`lûm e xaqan î Mela

Bêhed li qelb-i şubhê ney

Cewra te danîn dax û key

Lew bêhemel xweş nîne mey

Emma bi şîranî Mela

Minnet ji tali` her ji bext

Asif bi text û bext û rext

Belqîs ewî anî bi wext

îro Suleyman î Mela

Ew herdu le`l û herdu weşm

Geh geh bi naz û geh bi xeşm

Ew bejn û bala hate çeşm

Me d`seyrê rûhanî Mela

See more
Melayê Cizîrî more
  • country:
  • Languages:Kurdish (Kurmanji)
  • Genre:Poetry
  • Official site:
  • Wiki:https://en.wikipedia.org/wiki/Malaye_Jaziri
Melayê Cizîrî Lyrics more
Melayê Cizîrî Also Performed Pyrics more
Excellent Songs recommendation
Popular Songs
Copyright 2023-2024 - www.lyricf.com All Rights Reserved