Quzilqurt [Turkish translation]

Songs   2024-10-05 09:25:34

Quzilqurt [Turkish translation]

Min dora xwe nêrî kes nedî

Herkes revî herkes tirsî

Ez tenê meşîyam xwe bidin alî

Belê êdî ez im mîrê rap a Kurdî

Dj, Mc, Breakdance û Graffiti

Di nav çanda Hip-Hop'ê de tu her azadî

Dikarî bibêjî, bireqsî, xêz bikî

Rih û bedena xwe têr bikî

Tiştê herî xweşe azadî

Rêya min xêzkirî tine astengî

Na efû nakim dicerbînim her style'î

Rock, Reggae, Pop, House, R&B

We serê me bir ji mûzîkên beredayî

Hiş bin bes e, hinek jî bêdengî

Nezanî, erzanî ka çima li we danî

Hedî hedî êdî dengê xwe nekî

Bi reqse

Naverokên pûç û vala mûzîkên bê qelîte

Sedî notê wan tu gu yî naafirîne

Ez rengdar im ew tenê tarîne

Xwe mezin dibînin lê mîna genî ne

Qadê vala bikin ez im serê govendê

Ne mashup, ne cover, ne jî bilbendê

Ew kesên tenê dibêjin şemlê

Xwe star dibînin tew mala min ê

Diherikin gotinên min wekî kanî

Jibîr neke pere nake poz bilindî

Pîyê te li erdê ye li ezman difirî

Ger tu balon bî tu yê biteqî

Hevalno biborin zimanê min tuje

Mijar ne hingive, tirşik û tirşe

Dilê min benî û şaran û bastêqe

Şîva me ne kutilk e quzzilqurt e

Bi reqse

  • Artist:Xem
  • Album:Agir
See more
Xem more
  • country:Turkey
  • Languages:Kurdish (Kurmanji)
  • Genre:Alternative, Hip-Hop/Rap, R&B/Soul
  • Official site:https://www.instagram.com/XEM.official/
  • Wiki:
Xem Lyrics more
Excellent Songs recommendation
Popular Songs
Copyright 2023-2024 - www.lyricf.com All Rights Reserved