Qelbê Me Şubih Zêr lyrics

Songs   2024-09-12 23:19:42

Qelbê Me Şubih Zêr lyrics

Qelbê me şubih zêr e ji feyda te cela girt

Ma rûsiyeh û şifri-sifet reng-i şefa girt

Teşbîhê bi cedwel me di nêv ateşê `işqê

Dil qelbê heqîqet bit û iksîr-i hema girt

Salik kî ye hatî ji mecazê bi heqîqet

şûret ne şinasî yû bi me`na ne fena girt

Tenha ne li min lami`ê husna te şefeq da

`Alem bi xwe wê husn û cemalê di xwe da girt

Teyxûn-i di destê te zehê dewlet û iqbal

Herçî te birî dam-i di tora xwe huma girt

Canê xwe me kir dane`ê dava ko vedayî

Ahûsifet ew pê hissiya rahê xeta girt

`Enqa ne şigara kes e davan tu biçîn ver

Dava ko li `enqa tu vedî bad-i hewa girt

Herkes seherê talibê tiştek bi çimen hat

Hin sosin û hin sinbil û hin zulfê duta girt

Destê me seher girt û birîn seyrê hebîbê

Fi l-hali reqîbî ji hesed lerze û ta girt

Ew kebkê xeraman ko di kozê li qebo hat

şahînê qedayê bi texaful ji xwe ra girt

Zinhar-i kesê dest-i bibit erqemê serwê

Bê `işweyê le`lan ne bi teslîm-i jiha girt

Sebrê berê şîrîn e we ustad-i xeber da

Lew dil me bi tehlî yû xeman xurrem û şa girt

Her neşter û şewkên ko hebîbê me li dil da

Min yek bi yek û têk-i li derdê xwe şifa girt

`Aşiq ji xemê saye`ê wê camê teleb kir

Pir `eql-i didêrit me ji qismê hukema girt

Sef sef ne tinê gezme dibarin ji kevanan

Dil kagul û zulfan di kemendê bi teba girt

Dîwane`-i her tête di vê silsile û bendê

Ko mustehiq e Xwisrowê xoban bi ceza girt

Peyweste du fêris ji me ra daberizîn dil

Zulfan bi çep û rast-i li oxilme cema girt

Qewsê du hilalan ko li ser Bircê-esed bit

Bû şuhre di `amê `emel enguşt-i numa girt

şi`ra te Mela sihr-i şekerrîz e bi mu`ciz

Zanim ji lebê le`lê te ev lefz û eda girt

See more
Melayê Cizîrî more
  • country:
  • Languages:Kurdish (Kurmanji)
  • Genre:Poetry
  • Official site:
  • Wiki:https://en.wikipedia.org/wiki/Malaye_Jaziri
Melayê Cizîrî Lyrics more
Melayê Cizîrî Also Performed Pyrics more
Excellent Songs recommendation
Popular Songs
Copyright 2023-2024 - www.lyricf.com All Rights Reserved