Muhbetê Mihnet lyrics

Songs   2024-09-12 23:49:05

Muhbetê Mihnet lyrics

Muhbetê mihnet di zor in

Hub dibêm bêşek bela ye

'Umr û jî xweş pê diborin

Sotin û derd û cefa ye

Sotin û derdê evînê

'Illetê dax û birînê

Xweş dibin ma ew bi dînê

şerbeta lêva mufa ye

Her dilê sotî bi ulfê

Yar ne derman kit bi zulfê

Ta ebed ew bend di qulfê

'Işiq derdek bêdewa ye

'Işiq derdek bêtebîb e

Lê mufa wesla hebîb e

Kuştime cewra reqîb e

Pir le'înê rûsiya ye

Dax û key min lê hezar in

Gul di dest şewkên bixar in

Surperî dêw wê l' kinar in

Ehremen xatem reva ye

Teb'ê dêwan dest gehiştê

Hor û wildanên bihiştê

'Aşiqê dilbendê qiştê

Can bidit yek car rewa ye

Mihnet û cewra hebîbî

Qehr û azara reqîbî

Heq tinê da min xerîbî

Lê şukur baxwoy we daye

Rohniya wê şewq û tavê

şerbeta qend û gulavê

Kes nehin mehrûm ji navê

Lê tinê bo min xela ye

Bênesîb min dî ji camê

Dûridûr mehrûm ji ramê

Girtiyê wê qeyd û damê

Ev xerîbê canfida ye

Dûredest im bênesîb im

Dilberim xanim hebîbim

Pir ji dîna te xerîb im

Rûh û rahet min liqa ye

Pir mulazim têm liqayê

Mame hetta multeqayê

Min rihê şîrîn didayê

Hudhud er mizgîn bidaye

Hudhudê ridwanê xeybê

Sed xeber şîrîn ji ceybê

Da dilê min murde hey bê

Guh li rê min wek seba ye

çehvenêr im guh li rê me

Lê seba rê da ye bê me

'Erdihala muhbetê me

Bendeyek sadiq Mela ye

Canfidayê min di rê da

Firqetê derbek we lê da

Qalibek bêrûh e wê da

Kuşt dibêm min lê rewa ye

Dem bi dem ew çehvenêr e

Bête nîşanek me jê re

Da bibit ew zinde vê re

Yarê sadiq bêbiha ye

'Aşiqên sadiq di kêm in

Ma dibê sed can fidê min

Zanim ew najîte bê bin

'Aşiq û pir mubtela ye

'Alim în em vê dizanîn

Cism e ew em rûh û can în

Qet ji hev batin xwiya nîn

Gerçi zahir ew cida ye

Hudhudê wê remz û razê

Ba bû ew çû goft bi sazê

Qisse bir behsa mecazê

Qasidek xweşteb'-i ba ye

Ba demê weqtê mecal da

çû kû ew yareh bi pal da

Qisseya halî bi hal da

Guh didêrit yar-i ba ye

Muhbeta mehbûb û latan

Pir vekir zîwersifatan

Daye qelb û rûh û zatan

Roj di mir'atê xwiya ye

Muhbeta sorî du qism e

Qufl û miftah û tilism e

Hin ji rûh in hin ji cism e

Nar û nûr e hin hewa ye

Hubbê cismanî du roj in

Gerçi dil pir pê disojin

Xef ceger peykan dinojin

Mislê neqş-i bêbeqa ye

Gul heta sohr in bi tê ve

Bên tebessum pê ve pê ve

Bilbilê serxweş di nêv e

Nexme û nal û newa ye

Herçi cilwa bû ji navê

Nû gulek dî girt xwinavê

Wî ji dil çû muhbeta vê

Ew bi ya dî ra teba ye

Herkesê muhbet ji rûh e

Mubtelay nûra subûh e

Wî di dil da sed curûh e

Cezbe û lerzîn û ta ye

Herdu rûh yek nûrê tav in

çerxek û du stêr di nav in

Herdu dane murxê dav in

Ismê hey dav lê veda ye

Nûr e pir nadir wucûd e

Gerçi ewwel nar û dûd e

Berqê lami' dê li kû de

Hub di qelban kîmiya ye

'Arif î cewherşinas î

Ê bi vî wesf û libasî

Dê qedir behter binasî

Meq'edê sidqê ceza ye

Dûr nekî da wî ji derê xwe

Wernegêrî ji wî berê xwe

Boriye ew di serê xwe

Ser di nava rê nihaye

Ma dibit ew dûredest bit

Dê ji fincana te mest bit

Cam ji şehkasê bi dest bit

Ebteran ew mey dewa ye

Yarê pir husnek li bal bû

Dilberek xayet cemal bû

Ew bi hal ageh bi hal bû

şubhê wê şefqe w 'eta ye

Mehdera wî xeyrixwazî

Nukteyek j' wê remz û razî

Wê bi dil seh kir ji sazî

Muxnî û qanûn û nay e

Yûsifê dewr û zemanî

Go nesîm han vî nişanî

Lê ji bo nekhê dehanî

Nexweşan ew lê şifa ye

Mawera belgên gulê bû

Bihn û bûya kagulê bû

Darûwê qelbê Melê bû

Lew bi çehvên min cila ye

Banesîm dê çî lezînî

Sax û salim ma tu bînî

Vî kumêdî lê gehînî

Da siwar bit lê peya ye

Xefletî, bayê nesîm hat

Xef ji bal yarê kerîm hat

Pir bi ihsanek 'ezîm hat

Qasidê şahê geda ye

Dil nefes dîsa bi ber hat

Lew hekîm Luqman bi ser hat

Nafi'ê derdê ceger hat

Tali'ê kewkeb numa ye

Min ko ew nîşan giheştê

Ev dilê sed dax-i reş tê

Zerreyek xweş lê neheştê

Ismê e'zem pê gihaye

çûme ser pişta kumeydî

Min jî pir ew jan û key dî

Behr û ber me l' ber xwe tey dî

Deşt û çol û Kerbela ye

Me w nesîm xweş pence têk ra

Wê diçîn wek teyr-i vêk ra

Behsê zulfa yarê pêk ra

Borê 'işqê pir fira ye

See more
Melayê Cizîrî more
  • country:
  • Languages:Kurdish (Kurmanji)
  • Genre:Poetry
  • Official site:
  • Wiki:https://en.wikipedia.org/wiki/Malaye_Jaziri
Melayê Cizîrî Lyrics more
Melayê Cizîrî Also Performed Pyrics more
Excellent Songs recommendation
Popular Songs
Copyright 2023-2024 - www.lyricf.com All Rights Reserved