Min Di Dil Kovan Hezar In lyrics

Songs   2024-09-12 23:52:56

Min Di Dil Kovan Hezar In lyrics

Min di dil kovan hezar in dax û keyber bêhisab

Mihneta werdên bixar in wên di dil da sed nişab

sed nişab in min di dil îro ji xarên sorgulan

Yek bi yek peykan çevî bûn çûne cergê da kulab

Pir bi wan curhan xwe têr in lew ko dî derman dikir

şerbet û ava heyatê şekker û qend û gulab

Ger dused peykan di nêva dil biwan dê xweş biwan

Her dema kewkeb bidîna necm û Perwîn bêhicab

Zehre û `iqda sureyya keşşifî bûn ew di şerq

Sayeya bextê me dayê ma li ser perde w niqab

Wajigûn dewrê numa min çerx û bayê lewleban

Kewkeban seyra muxalif girt û têkil kir hisab

Vêk ketin şems û Zuhel îro di birca `Eqrebê

Seyf-i çû destê Merîxê mulkê dil lew bû xerab

Lew tenezzul kir Merîxê nobe çû dora Zuhel

çû teref mihra sipihrê nezzilî `erdan `ezab

Lew bi şeş bircan `Etarid ji afitabê dûr-i bû

Lê Zuhel bû Muşterî avête çerxê inqilab

şewwişî nezma nucûman hey`eta çerx û burûc

Lew li wed`ek dernetêtin Mah û Zuhr û Afitab

Munqelib min dî menazil vajî ew seyrê dikin

Yek bi yek xwîn jê dibarin ateş û lem` û şihab

Zuhreçengê ev suwaj dî ew ji çeng avête çeng

Xweş li pê qanûnê wê guh de tu qanûn û rebab

Ez dibêm axirzeman e dê qiyamet rabitin

Lew şeva tarî kişandî yû nehişt eswed xurab

Xweş li min `alem siyah ma stêr û kewkeb qet neman

Ez ji vê rojê ditirsam axirî zû kir şitab

Ev ne ew iqlîm e ya şems û kewakib tê bi seyr

Ez ne wê `erdê dibînim ya ko lê ew mahitab

Cinn û teyyarek mi dî werbû di min winda kirim

Dame ber pence w kulaban hilfirandim wek `uqab

Suflewî înam û avêhtim zemîna zulmetê

Lê ko hişyar im gelo yan xewn e min dîtî bi xwab

Dêwê mel`ûn û munafiq ê Xudê rûreş kirî

Ma bi bala hilkişêtin `aqibet çî bit şelab

Ehremin te`lîm-i da bû Ebyedî dest tê hebû

Pir bi vê te`lîm û rayê hatibû çûbû xitab

Surperî `illet nizanî sihreya Ebyed dikit

Pir xelet erzan me dî derheq xwe ew `alîcenab

Ah-i eyyamên wisalê weko xweş borîn û çûn

Ew şeraba `êş û noşê ma li pêşber min serab

şerbeta şîrînleban zehra helahil bû di nav

Lew bi narê firqetê axir li min dil kir kebab

Hudhudek xweşteb`-i min îro divê herwek nesîm

Da bi bal dilber hinara b’aniya dîsa cewab

`Erd-i halê min bigota yê bi `inwanê edeb

Asitan bikra ziyaret çetr û seywan û tunab

Da di çeşman min werîna xak-i herwek tûtiya

Ya hebîb pê lê nihaî b’aniya wî ew turab

Her kesê rabî di behsê carekê mehder bikit

Xeyr-i heftî hec didêrit belko bihtir ew sewab

We`de dabû dê şehîd kim wî bi şîrê xwey şerîf

Ma nebî îro peşîman ew ji tedbîra şewab

şerh-i halê min Mela narit beyadê hê temam

Vê sewadê gerçi herdem jê birin sed intixab

See more
Melayê Cizîrî more
  • country:
  • Languages:Kurdish (Kurmanji)
  • Genre:Poetry
  • Official site:
  • Wiki:https://en.wikipedia.org/wiki/Malaye_Jaziri
Melayê Cizîrî Lyrics more
Melayê Cizîrî Also Performed Pyrics more
Excellent Songs recommendation
Popular Songs
Copyright 2023-2024 - www.lyricf.com All Rights Reserved