Me Lew Fincan Li Ser Dest e lyrics

Songs   2024-09-12 23:54:57

Me Lew Fincan Li Ser Dest e lyrics

Me lew fincan li ser dest e ko mehtaba hilal ebrû

Numayên min di mir`atê meya safa zelal ebrû

Bi şîrînî bi zîbayî bi reftarî bi balayî

Binê nûnên di tuxrayî li bala herdu xal ebrû

Bila bêt saimu d-dehrî û bila iftarê carek bit

Kesê zanî ji dilber wê xwiya bin her du sal ebrû

Meşî mestane reyhanî dilê min dî di amancê

Reşandî sîneyê tîran bi qewsê her du mal ebrû

Sehergeh zuhresîma wa diçû gulşen bi seyranê

Bi ser çehvên Nişanî da xiramê ew hilal ebrû

Dibên xawerperest î tu nizanin min di keşfê da

Numayên min di şerqê nazika gerdenşemal ebrû

Tinê ma her terazû ne di babê husnê kêşayî

Hilalê xatemê husn in li wê dêmê bixal ebrû

Me cewher `unsurik xamis numa îro di tali` da

Di vê teqwîmê insanî li tali` bûne fal ebrû

Bi zunnara di dêrê da li hindava çilîpayê

Bi mihrabê me bir secde belê emma xiyal ebrû

Di mabeyna du ebrûyan dibînim qabê qewseynê

Didit min terfeti l-`eyni cewaba sed su`al ebrû

Di batin secdegahê min li ber wan herdu ebrû ne

Bi `eynê taqê mihrab in di `ilmê ehlê hal ebrû

Eger de`wayê Mûsayî di `işqê da bikim ca`iz

Mela dayim tecella ye ji wê terha şelal ebrû

Bi şîrînî bi zîbayî çi katib bû we kêşayî

Te`ale l-lah nişan dane we şîrîn ev misal ebrû

Ne şîrîna li derbendê ne mehbûbê Semerqendê

Ne kêşayîn bi vî rengî li neqşê bêzewal ebrû

Nişana qabê qewseynê ko qews avête ebsaran

Di teqwîma tecellayê bi ser lê bûn hilal ebrû

See more
Melayê Cizîrî more
  • country:
  • Languages:Kurdish (Kurmanji)
  • Genre:Poetry
  • Official site:
  • Wiki:https://en.wikipedia.org/wiki/Malaye_Jaziri
Melayê Cizîrî Lyrics more
Melayê Cizîrî Also Performed Pyrics more
Excellent Songs recommendation
Popular Songs
Copyright 2023-2024 - www.lyricf.com All Rights Reserved