Lawikê Agirî lyrics

Songs   2024-10-05 07:14:53

Lawikê Agirî lyrics

Ey lawikê li ber Agirî

Çavê min li te.. li te digerî

Tu li kuyî min nexapîn

Derkev were bese lorî

Lo serhado lo hevalo

Deng şewato dil bi kulo

Baxê me bê te wêrano

Were şên ke lo bilbilo

Baxê me bê te wêrano

Were bixwîn lo bilbilo

Em dileyzin ew lîstok e

Te xwe veşartî li paş kok e

Derkev bese ewqas henek

Dora te ye çavgirtok e

Lo Serhado lo hevalo

Deng şewato dil bi kulo

Baxê me bê te wêrano

Were şên ke lo bilbilo

Baxê me bê te wêrano

Were bixwîn lo bilbilo

Li welatê me qeder li destpêka jiyanê li eniya hatiye nivîsandin

Peyva min tu ji bîr kirî

Qedexe ye li ba me

Tu jî dizanî em têr nelîstin li zarokatiya xwe

Lewma em ketibûn peyê xewnên xwe

Hemî lîstikên me di nêvî da man

Ka tu li kuyî were em vegerin li zarokatiya xwe

Min netirsîn

Bese ewqas henek

Derkev were

Dora te ye çavgirtok

See more
Hozan Diyar more
  • country:Turkey
  • Languages:Kurdish (Kurmanji), Zazaki, Greek
  • Genre:Folk
  • Official site:
  • Wiki:https://nl.wikipedia.org/wiki/Hozan_Diyar
Hozan Diyar Lyrics more
Hozan Diyar Featuring Lyrics more
Excellent Songs recommendation
Popular Songs
Copyright 2023-2024 - www.lyricf.com All Rights Reserved