Kesen

  2024-09-19 03:16:35

Kesen

Saw u xofa mirinê coş û heyecana liberxwedanê hebû

Li ser berfa gewher rengê sor a xwîn û tavê hebû

"Ax., ev tav",

"Eger tava danê evarê li me biqulibe

Û em xwe bi êvarê bigihînin

Heye ku deriyê felatê li me vebê

Çendîn şerê dijwar ew ketibûyê

Çendîn caran wî îxanet, daf, dek xefik û kemîn dirandibû

Ew şervanê welatê şervanan

Rêgirê bav û kalan bû

"Ev çi hale"

"Ez evîndar û şervanê ronahiyê

Ez dijmine tarî zulmetê

Ez niha li hêviya şevê me"

See more
Mehmed Uzun more
  • country:Turkey
  • Languages:Kurdish (Kurmanji)
  • Genre:Poetry
  • Official site:
  • Wiki:
Mehmed Uzun Lyrics more
Excellent recommendation
Popular
Copyright 2023-2024 - www.lyricf.com All Rights Reserved