Hêviya me lyrics

Songs   2024-07-03 02:29:32

Hêviya me lyrics

Rabû ji axa pîroz, serî bilind kir

Nîşana azadiyê me ji xwe re dîye

Xelatek ji Rebê jor ji me re hatiye

Baweriya me pê heye, me jê bi hêvî ye

Hêvî hêvî

Hêviya me bi te

Hêvî û baweriya mezin werin ji çavên te

Tu roj î, zîlan stêrk in civiyan li dora te

Nûra welatê me, hêviya me bi te

Hêviya me bi te

Zîlan û Sema civiyan dora te

Nûra welatê me, hêviya me bi te

Tu peyva ser lêvan, kaniya dilan

Herikî nav axê, reng dide gulan

Tu peyva ser lêvan, kaniya dilan

Herikî deşt û zozan, reng dide gulan

Ji birînên me re tu yî heqîmê loqman

Ev strana min ji bo te ey roja kurdan

Hêvî hêvî

Hêviya me bi te

Hêvî û baweriya mezin werin ji çavên te

Tu roj î, zîlan stêrk in civiyan li dora te

Nûra welatê me, hêviya me bi te

Hêviya me bi te

Zîlan û Sema civiyan dora te

Nûra welatê me, hêviya me bi te

See more
Hozan Kawa more
  • country:Turkey
  • Languages:Kurdish (Kurmanji), Turkish
  • Genre:Folk
  • Official site:
  • Wiki:
Hozan Kawa Lyrics more
Excellent Songs recommendation
Popular Songs
Copyright 2023-2024 - www.lyricf.com All Rights Reserved