Ey Nesîmê Seherê lyrics

Songs   2024-09-12 23:13:55

Ey Nesîmê Seherê lyrics

Ey nesîmê seherê ma di mecala sibehê

sed selaman bigehînî ji me wê padişehê

`Er`era qamet elif neyşekera şox û şepal

Nazika sîm-i ten û xwisr û zerrînkulehê

Di berê da tu bibûsî bi dused zarî û lutf

Asitan û der û dîwar û şibakên qelehê

Nameya cewr û cefa û elem û derd û xeman

Dê bi destê zeriyê muhteşemê serwisehê

Belko dilber ji rûyê `adilî û merhemetê

Rehmekê kit bi feqîran û bipirsit gilehê

Heq dizanit di şevan şubhetê avên di royan

Me bi dil zarî û kalîn e heta şubhegehê

Ma ji ber derb û firaqa te sukûnek me heye

Cerg û dil herdu bi nalîn e wekî çeng û jihê

Perdeya xêlî û çarê tu ji ser dêmê hilîn

Da ji şewqa te bi xef bit şefeqa mihr û mehê

Dîn eger bête beha can didirim lê emma

Me hezar canê `ezîzî dihilîtin di behê

Qet dibit wek te şepalê ne di şam û ne di şerq

Kê nişan da di cehan mislê te xwindkar û şehê

`Alemek şehdeyiya husn û cemala te didit

Tu zuleyxayê zeman î we çi hacet medehê

heq nigehdarê te bit padişeha serwiqedan

Bi kinarê me feqîran bike carek nigehê

Xobî û dilberî û naz û telettuf bi te şên

Xusrûya padişehan î we xwidana cebehê

hecer-eswed bidirit destê ziyaret bikirim

Nezrê min bit bigirim xwas-i terîqa Mekehê

Ji ezel heq bi Melê daye ji `işqê qedehek

Ta ebed mest û xerab în ji meya wê qedehê

See more
Melayê Cizîrî more
  • country:
  • Languages:Kurdish (Kurmanji)
  • Genre:Poetry
  • Official site:
  • Wiki:https://en.wikipedia.org/wiki/Malaye_Jaziri
Melayê Cizîrî Lyrics more
Melayê Cizîrî Also Performed Pyrics more
Excellent Songs recommendation
Popular Songs
Copyright 2023-2024 - www.lyricf.com All Rights Reserved