Derê Meyxaneya Işqê Seher lyrics

Songs   2024-08-24 11:23:35

Derê Meyxaneya Işqê Seher lyrics

Derê meyxaneya `işqê seher `arif ziyaret kir

Bi ab-i çeşm û xwîna dil wudû best û teharet kir

Werîn cama hilalê da ji `eksê mah-i new bînî

Ko xanê mihr û cergê çerx û xewanê roze xaret kir

Bi mîzan qewsê mahê new li wechê dilberê min dî

Ji çeşm û guşe`ê ebrû bi dor camê işaret kir

Bi ebşaran nezer min çû ji çerxê qewsê ebrûyan

şukurxaz în ko çehvan karê ber `eyn-i beşaret kir

Ji ber dêmê niqab avêt û destûra tewafê da

Di se`yê Beyt û ihramê we min eswed ziyaret kir

Di dîdarê hezaran can nisarê meqdemê yar in

Kesê canan bi can bînit di `işqê wî ticaret kir

Bi dînarê dinê zinhar da yarê xwe tu nefroşî

Kesê Yûsif firotî wî di `alem da xesaret kir

Tinê ew secdeya şukrê te bir mihrabê qewseynan

Ko delq û şeml û seccade bi vê avê qesaret kir

Di behsê le`l-i leb her xam-i narit teb`ê elmasê

Welê te`sîr û feydê mihrê tedbîrê heraret kir

Di i`cazê beyanê da suxen ger bête inşafê

Dizanit muxteşer her kes Melê sihre`ibaret kir

See more
Melayê Cizîrî more
  • country:
  • Languages:Kurdish (Kurmanji)
  • Genre:Poetry
  • Official site:
  • Wiki:https://en.wikipedia.org/wiki/Malaye_Jaziri
Melayê Cizîrî Lyrics more
Melayê Cizîrî Also Performed Pyrics more
Excellent Songs recommendation
Popular Songs
Copyright 2023-2024 - www.lyricf.com All Rights Reserved